Demîrtaş: Aştiyek mayînde dê bi Ocalan pêk bê
Demîrtaş: Aştiyek mayînde dê bi Ocalan pêk bê
Demîrtaş: Aştiyek mayînde dê bi Ocalan pêk bê
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş di 2'emîn Kongreya Rêxistina BDP'ê ya Semsûrê de diyar kir ku, ji bo aştiyek mayinde pêk bê divê bi Rêberê Gelê Kurd Ocalan re muzakere pêk bên û wiha got: "Ji ber ku PKK li Birêz Ocalan guhdar dike. Dema em vê yekê tînin ziman, me bi perçekirina welat tawanbar dikin. Em di pêvajoya ku gavên bi hêz bên avêtin re derbaz dibin. Heta niha me ji AKP'ê gavên samîmî yên muzakereyê nedîtiye."
Rêxistina BDP'ê ya Semsûrê 2'emîn Kongreya xwe ya asayî li salona Dahwetê ya Canê pêk anî. Di kongreyê de Hevserokê Giştî yê BDP'e Selahattin Demîrtaş Parlamenterê BDP'ê Erol Dora, reveberên BDP'ê yên Meletî û Dîlokê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî di nav de nêzî 2 hezar kes amade bûn. Li salona kongreyê posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 jinên siyasetmedar ên Kurd ku li Parîsê hatin qetilkirin hatin daliqandin û pankarta "Bila operasyonên siyasî û leşkerî rawestin" û "Me komkujiya Roboskiyê ji bîr nekir û ji bîr nakin" vekir. Girsê di kongreyê de bê navber sloganên "Qasidê Aştiyê li Îmraliyê ye", "Bijî Serok Apo" û "Zext me bêzar nakin" qîr kirin. Kongreyê bi rêzgirtin û axaftinan dest pê kir. Destpêkê Serokê BDP'a Semsûrê Mehmet Varol axivî ji bo eleqeya mezin a kongreyê spasiyên xwe ji gel re anî ziman.
'HÊJ AKP'Ê JI BO MUZAKEREYAN GAVÊN SAMÎMÎ NEAVÊTINE'
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş anî ziman ku, wan pêvajoya dijwar êdî li pey xwe hiştiye û derbazî pevajoya mecbûrî ya siyasetê dibin. Demîrtaş da zanîn ku ev ji bo wan pêvajoyek dîrokî ye û wiha got: "Ji bo di vê pêvajoyê de em serkeftî û rast bimeşin divê berî her tiştî em bi rêxistin tev bigerin. Divê em hêza xwe li gund, tax, bajarok û navçeyan li her derê bi rêxistin bikin. Divê jin û ciwan hêza xwe li her derê belav bikin û birêxistin bikin. Ger ku Semsûr xwe di qada rêxistinî de bi hêz bike wê demê dê Gurgum, Dîlok, Xerpêt û Meletî jî xwe bi hêz bike. 23 salin em rastiyekê îfade dikin. Em dibêjin pirsgirêk tenê bi diyalog û muzakereyan çareser dibe. Lê heta niha hikûmeta AKP'ê ji bo muzakereyan gavek samîmî û baweriyê bide neavêtiye. Pêwîste em pirsgirêkê li ser masê çareser bikin. Me her tim di vê yekê de israr kir. 30 salan şer berdewam kir û niha siyaset vê yekê li me ferz dike. Ji ber ku em dibêjin 'Bila bi Birêz Ocalan re hevditin bê kirin û bi PKK'ê re hevdîtin bên kirin şer û çek raweste' em li kolanan rastî êrîşê lîncê hatin. Di derbarê me de doz hatin vekirin. Medyayê em wekî terorîst îlan kirin. Em tawanbar hatin dîtin û em hatin girtin. Lê em dîsa hatin vê rojê."
'AŞTIYEK MAYINDE BI OCALAN PÊK TÊ'
Demîrtaş da zanîn ku, ew dibêjin tenê aştiyek mayinde bi diyalog û muzakereya ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re di nava şert û mercên azad de pêk bê pêş bikeve û wiha berdewam kir. Em bang li kesên nijadperest, netewperest û serxwebûna welat dixwazin dikin. Vê hişmendiya we pirsgirêka Kurd ava kiriye. Hişmendiya we li ser yekperestiyê hatiye avakirin. Ev hişmendî hem ji aştiye ditirse û hem jî ji aştiyê aciz dibe. Em dibêjin êdî bese ji vê hişmendiya faşizanparêz re. Em dibêjin aştiyek mayinde tenê bi hevdîtin û muzakereya bi Birêz Abdullah Ocalan re pêk bê pêş bikeve. Ji ber ku PKK li Birêz Ocalan guhdar dike."
Piştî axaftinê kongre bi yek lîsteyê çû hilbijartinê. Di hilbijartinê de ji bo Serokê Rêxistina BDP'a Semsûrê Abuzer Kuçuk Kelepçe hat hilbijartin.