Demirtaş:Bila ji bo vekişînê komîsyon bê sazkirin
Demirtaş:Bila ji bo vekişînê komîsyon bê sazkirin
Demirtaş:Bila ji bo vekişînê komîsyon bê sazkirin
Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş daxuyaniya dîrokî ya Ocalan weke daxuyaniyeke “stratejîk” bi nav kir û xwest ku ji bo vekişîna hêzên gerîlayan ji nava sînoran komîsyonek were sazkirin. Demîrtaş diyar kir ku têkoşîna çekdarî ya ji ber pirsgirêka Kurd ji sedî 99 bi dawî bûye.
Demîrtaş, diyar kir ku daxuyaniya Ocalan daxuyaniyekî stratejîk e û wiha got: "Banga Birêz Ocalan kir zelal e. Hikûmeta divê ya dikeve ser milê wê bi cih bîn e. Li hemberî alê tu helwesta me ya neyînî tune ye. Nîqaşa li ser alê tê kirin nîqaşa baş nîn e. Di vê pêvajoyê de divê hemû derdorê ya dikev ser milê wan pêk bîne."
Selahattîn Demîrtaş têkildarî peyama Ocalan a ku duh li Amedê di Newrozê de hate xwendin daxuyanî da û wiha got: "Banga Rêberê PKK’ê Birêz Abdullah Ocalan zelal e. Têkoşîna çekdarî ya ji ber pirsgirêka kurd ji sedî 99 bi dawî bû. Ji sedî yek jî ji hikûmetê re ma. Heke hikûmet ya dikeve ser milê xwe pêk bîne hêvî dikim ji sedî yek jî dê bi dawî bibe.
Nîqaşa alê ya di pîrozbahiya Newrozê de tînin ziman a niyeta baş nîn e. Ji bo paşvekêşandinê divê parlemento sererastkirina zagonan bike. Di vê pêvajoyê de pêşniyarên me yên komîsyonên sivîl û fermî hene. Ez banga Birêz Ocalan weke hameleyekî stratejîk dibim. Divê di vê pêvajoyê de hemû kes ya dikeve ser milê wan pêk bîn e. Provokasyon dibe ku li hemberî siyasetmedarên kurd û tirk pêk bê lê divê tu kes paşve gav neavêje.