Demîrtaş: Dem ne dema dijminatiyê, dema yekîtiyê ye
Demîrtaş: Dem ne dema dijminatiyê, dema yekîtiyê ye
Demîrtaş: Dem ne dema dijminatiyê, dema yekîtiyê ye
Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di axaftina xwe ya li festîvala li Swêdê de diyar kir ku gelên li Rojhilata Navîn bi qebûlkirina hev, bi hurmetdayîna baweriyên hev, bi înkarnekirina nasnameyên hev, bi nekirina dijminatiyê dikarin bi hev re bijîn. Demîrtaş got, "Dem ne dema dijminatiyê, dema yekîtiyê ye."

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, di 18. Festîvala Çanda Kurd a Skandînavya ya li paytexta Swêd Stockholmê de axivî. Demîrtaş di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku ew bawer e dê festîval tevkariyeke girîng li têkoşîn û yekîtiya gelê Kurd bike û li ser rewşa dawî ya li Rojhilata Navîn û girîngiya pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurdan axivî.
Demîrtaş da xuyakirin ku piştevanî û yekîtiya Kurdistaniyên li dîasporayê nîşan didin heyecanê dide çar aliyên Kurdistanê û got, "Bi taybetî gelên me yên Êzidî û Suryanî yên li Şengal û Nînova, gelê me û gelên me yên li Mexmûr û Laleşê li ber xwe didin, gelên me yên li Rojava li ber xwe didin, wê vî rihê piştevaniyê, vê silava hûn ji vir dişînin di rih û dilê xwe hîs bikin."
Demîrtaş ragihand ku di nava çend salên dawî de gelê Kurdistanê firsendeke dîrokî bi dest xistine, gelên li Rojava dest bi rêvebirina xwe bi xwe kirine, lê belê hêzên dixwazin li pêşiya vê bibin asteng dijminekî mirovahiyê yên weke DAIŞ'ê ku ti eleqeya xwe bi nirxên mirovahiyê, bi Îslamê re nîne, li dijî gelê Kurd bikar tînin.
PÊWÎSTE PARTIYÊN KURD BERSIVÊ BIDIN DAXWAZA YEKîTIYÊ YA GEL

Demîrtaş diyar kir ku ew bawer e gelê Kurd wê van zor û zehmetiyan jî ji holê rake û bibîr xist ku di dîrokê de desthilatdaran gelek caran êrîşî gelê Kurd kirine, lê belê di her carê de gelê Kurd dest daye hev û bi têkoşîna hevpar ev êrîş pûç kiriye.
Demîrtaş axaftina xwe wiha dewam mkir: "Ev roj ew roj e. Îro roja yekgirtinê ye. Bi taybetî jî ji aliyê ewlekariya neteweyî ve. Ez bawerim ku li her çar parçeyên Kurdistanê, li her goşeyê di dilê kurdan de yekîtî heye. Pêwîste siyasetên Kurdan jî, partiyên Kurd jî bersivê bidin vê daxwaza gel. Eger em neyên cem hev û parastina rewa ya gelê xwe nekin, mîna li Şengalê wê qirkirinên nû bi serê gelê me de bên. Mîna li vê salonê divê em di vê meşa mezin de jî bi hev re bin. Ji ber ku me soz dane şehîdên xwe. Me soz dane nirxên xwe..."
Demîrtaş di dewama axaftina xwe de der barê hevdîtinên heyeta KCD, DBP û HDP'ê ya beriya çend rojan li Kurdistanê bi partî û rêxistinên Kurd kir de, agahî da.
MODELA RIZGARIYA GELAN ŞOREŞA ROJAVA YE
Demîrtaş da zanîn ku eger Kurd pêşketinên li herêmê rast binirxînin wê karibe di demeke nêz de bigihêjin azadiya xwe û got, "Bi taybetî şoreşa Rojava bi rih û coşeke mezin, bi biryadarî li ser piyan dimîne. Tevahiya gelên herêmê, bi mînakwergirtina şoreşa Rojava, bi mînakwergirtina ronîbûna li Rojava, wê rizgar bibin." Demîrtaş destnîaşn kir ku eger gelên Rojhilata Navîn rizgariya bi hev re ji xwe re dikin armanc, hingî model şoreşa Rojava ye.
ÊDÎ KES NIKARE VÎ GELÎ BISEKINÎNE
Demîrtaş diyar kir ku gelên li Rojhilata Navîn bi qebûlkirina hev, bi hurmetdayîna baweriyên hev, bi înkarnekirina nasnameyên hev, bi nekirina dijminatiyê dikarin bi hev re bijîn û got, "Dem ne dema dijminatiyê ye. Dem dema têkilîdanînê ye. Dema yekîtiyê ye. Eger me hêz û cesareta avakirina Rojava di nava Rojhilata Navîn de li gel xwe peyda kiribin, hingî kes êdî nikare me bisekinîne. Ti kes êdî nikare vî gelî bisekinîn."
ŞENGAL NEBE, LALEŞ NEBE, ÊZIDIYATÎ JÎ NABE
Demîrtaş diyar ku Êzidî li deverên cuda yên Kurdistanê ne weke penaber weke mêvanê gelê Kurd dimîne û anî ziman ku armanca wan ew e ku di demeke kurt de afirandina derfetên vegera Êzidiyan li cih û warên xwe ye. Demîrtaş got, "Şengal nebe, Laleş nebe Êzidiyatî jî nabe. Hewl didin wê tine bikin. Yanî hewl didin baweriya yekemîn, dîrok, çand û rûmeta Kurdan bişkînin. Jinên Êzidî bi zorê direvînin û li Mûsilê li bazarên koleyan difiroşin. Sala 2014. Koletiyê li ser gelê Êzidî, li ser gelê Kurd ferz dikin. Ev yek ji bo me hemûyan şikandina rûmetê ye. Êrîşa li rûmeta me hemûyane. Em ê vê bêrûmetiyê qebûl nekin. Em ê li her derê xwedî li gelê xwe yê Êzidî derkevin. Heta ku em wan keriyê kûçikan ji xaka xwe derxînin, em ê têkoşîna xwe dewam bikin."

Berdevkê Komîteya Siyasî ya Meclîsa Zangonsaz a Kantona Cizîrê Abdulkerîm Omer jî da xuyakirin ku li Rojava dîroka Kurdan tê nivîsandin û destnîşan kir ku serketina Rojava serketina tevahiya Kurdistanê ye.
YPG Û HPG'Ê BI SED HEZARAN ÊZIDÎ RIZGAR KIRIN
Omer ragihand ku çeteyên DAIŞ'ê yên beşeke mezin a Iraq û Sûriyeyê dagir kirine, li Rojava rastî berxwedaneke mezin hatine lewma neçar mane xwe vekişînin û bibîr xist ku li Şengalê qirkirina li hemberî Êzidiyan dewam dike û cîhan jî bi tenê lê temaşe dike. Omer destnîşan kir ku hêzên YPG û HPG'ê bi sed hezaran Êzidî ji komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirine.

Omer da zanîn ku bi derfetên xwe yên gelek kêm, tevî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê jî wan Êzidî kirine mêvanên xwe û ew ê vê yekê dewam bikin.
Omer bang li tevahiya rêxistin û partiyên Kurd kir ku di nava yekîtî û piştevaniyê de bin û kongreya neteweyî pêk bînin.
Nûnerên partiyên siyasî yên Swêdê yên beşdarî festîvalê bûn jî destnîşan kirin ku gelê Kurd xwedî mafê diyarkirina çarenûsa xwe ye.
Di festîvala ku Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên Swêdê, nûnerên partî û rêxistinên Suryanî jî lê amade bûn de, Heyva Sor a Kurdistanê ji bo Êzidiyan alîkarî kom kir.
Her wiha namzetên Kurdistanî yên di hilbijartinên îro yên parlament û şaredariyê de ji bo serketinê wê li ber xwe bidin de, xwe dan naskirin û peyamên piştevaniya Rojava û Êzidiyan dan.
Kurdistaniyan di festîvalê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî îmze kom kirin.

Di nava Kurdistaniyên îmze dan Salih Gok ê di nava salekê de 50 hezar îmze kom kir de, Selahattîn Demîrtaş, Remzî Kartal û Abdulkerîm Omer jî hebûn.
Di festîvala ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swêdê ve hat organîzekirin, Koma Govendê ya Zagros, hunermend Kemalê Amed, Kewê, Ayad Husseîn, Bangîn, Cemîle Pîre, Dişad Hewlêrî û Gursel derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.
