Demîrtaş der barê rewşa wekîlên girtî de bi Serokê Baroyê re rûnişt

Demîrtaş der barê rewşa wekîlên girtî de bi Serokê Baroyê re rûnişt

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş der barê daxwaza berda wekîlên BDP'yî yên girtî de bi Serokê Baroyê Tahîr Elçî re hevdîtin kir û agahî stend.

Piştî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a der barê Parlamenterê CHP'ê Mûstafa Balbay de, bala her kesî çû ser biryara Dadgehên 5. û 6. ên Cezayên Giran ên Amedê.

Ji ber ku dozgeran mutalayên xwe pêşkêşî heyeta dadgehê nekirine, ev nêzî hefteyeke biryar derneketiye. Lîderê BDP'ê Demîrtaş ji bo daxwaza berdana wekîlên girtî hevdîtinê bike û agahiyan bistîne çû serdana Serokê Baroyê Tahîr Elçî.

Hat hînbûn ku di hevdîtinê de Elçî agahî daye Demîrtaş û diyar kiriye ku li ser aşkerabûna biryara bi sedem a Dadgeha Destûra Bingehîn dozger amadekariya mutalaa dikin û tê payîn mutalayên xwe îro radest bikin.