Demîrtaş: Dewleta rasthev di kemînê de ye!
Demîrtaş: Dewleta rasthev di kemînê de ye!
Demîrtaş: Dewleta rasthev di kemînê de ye!
Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş di mulakata ku daye rojnameya Ozgur Gundemê de diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rîska herî mezin a li pêşiya pêvajoya çareseriyê rêxistinbûyîneke (sîstemeke) rasthevî dewletê dibîne. Demîrtaş da zanîn ‘dewleta rasthev ji bo sabote bike di kemînê de ye’ û got nêzîkatiya AKP’ê nêzîkatiya dewleta rasthev e.
Demîrtaş ji rojnameya Ozgur Gundemê pirsên Zana Kaya bersivand û da zanîn rîska herî mezin a li pêş pêvajoya çareseriyê ‘sîstema rasthevî dewletê ye’ û da zanîn ku Ocalan, El Nusra ku girêdayê El Qaîdeyê ye û êrîşan li hemberî kurdên Rojava pêk tîne dişibîne Hîzbî-Kontra ya salên 90’î.
Demîrtaş di mulakata xwe de analîzên Ocalan yên der barê pergalên ‘dewletên rasthev’ de vegot.
Demîrtaş di axaftina xwe de got: “Birêz Ocalan ji sala 1950’î de behsa sîstemeke rasthevî dewletê dike. Ev sîstema rasthevî dewletê ligel dewleta ku tê dîtin, belavî hundirê wê bûye û bi pê re di nava tevgerê de ye û pergalek dewletê ya du hebane. Bingeha sereke ya vê dewleta rasthevî li derve ye. Ev xwe dispêre dewletê navneteweyî. Ev pergal ji bo çareseriya pirsgirêka kurd astenge. Dema di çareseriya pirsgirêka kurd de hewldan hatin dayîn di sala 1993’an de dewleta rasthev ket dewrê û pêvajo sabote kir. Lê tasfiyekirina vê dewleta rast hev, ji bandorê derxistin girêdayê helwesta hikûmetê ye. Dewlet vê pergalê ji nedîtive tê û ger wisa tevbigere dê pêvajo bixetime. Ji ber vê jî di her hevdîtina me de teqez li ser vê disekine.
Nêzîkatiya AKP’ê ya mîna terza nêzîkatiya sîstemeke rasthevî dewletê ye. Ji ber ku dewleta rast hev wek ku aştiyê dixwaze, xwe nîşan dide lê şer û şîdetê ferz dike. Ev feraset bi salane li serê Tirkiyeyê bûye bela. Yekane riya ku mirov dikarin ji vê rizgar bibin eve ku divê wek dewleta rasthev tevnegerin û demildest pêngavan bavêje.
Demîrtaş di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Girtina Roj Tv, Nûçe Tv, qetilkirin Sakîne Cansiz û hevalên wê, operasyonên KCK’ê, êrîşên li hemberî gel, çêkirina qerekolan, mudaxaleyên girêdayê sîstema dewleta rasthevin. Bi dehan bûyerên wisa mirov dikarin rêz bikin. Ji ber vê jî pêvajo baş bi rêve naçe û ger hikûmet di vê mijarê de tedbîran negire, wê demê di pêvajoyê de ne samimiye û cidî nêz nabe.
Piştî NOTA ket Tirkiyeyê, Gladyo û piştre akademiyê navenda wan Utah ya li Amerîkayê û lobî û cemat di nava vê pergala rasthevî dewletê de cih girt. Dewleta rasthev dem bi dem aktorên bikaranî guhert, lê armanc û rêveberiya wan wek hev bû.”
Demîrtaş da zanîn ku tespîta birêz Ocalan a der barê pêvajoya nû de wiha ye: “Ji avabûn Komara Tirkiyeyê hata niha kurd, aliyên îslamî û çepgir hatin biçûkxistin û ev esasên sosyolojîk yên qanûna nû ava dikin. Yanî makeqanûna nû ancax bi naverokek ku ev alî dikaribin xwe îfade bikin, derkeve holê. Makeqanûnek bi feraset û ferzkirinên berê nabe makeqanûn. Ji ber vê divê sosyolojiya makeqanûna nû baş bê fêmkirin. Makeqanûna ku van her sê aliyan baldar negire lê bi ser nekeve. Bi Komîsyona Lihevkirina Makeqanûnê re dikare encamek bê girtin.
EL NUSRA DIŞIBE HÎZBÛ-KONTRA YA SALÊN 90’Î
Demîrtaş der barê Rojava de jî nirxandin kir û got: “Hevdîtin û nirxandinên me yên berfireh çêbûn. Silavên xwe ji gelê Rojava re diçîne. Silavên xwe ji malbatên şehîdan re dibêjin. Bi taybet ji malbata Îsa Huso re carek din sersaxî xwest. Berxwedana Rojava pîroz û girîng dibîne.
Birêz Ocalan diyar dike ku çeteyên El Nusra û El Qaîde teqez li wir dê cih negirin û got divê her kesê li Rojava mafê xwe yê rewa biparêze.
Birêz Ocalan meseleya El Nusra diçîne Hîzbî-Kontraya salên 90’î. Bi taybet bûyerên hîzbû-kontra yên li Êlihi, Farqî û Amedê dişibîne bûyerên Riha-Hasekî-Dîlok û Serêkaniyê. Diyar dike ku êrîşên li wir hem li dijî qezencan û hem jî ji bo gel ji wir koçber bike ye. Her wiha diyar dike ku girtina geriyê Sêmalkê nayê qebûlkirin û destnîşan di ku Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê demildest dest ji helwesta xwe berde.”
Demîrtaş balkişand nirxandina Ocalan ya li ser ser biryara avakirina rêveberiya xweser ya Konseya bilind a Kurd û wiha got: “Ev geşedanên rastin. Muxalefeta Sûriyeyê jî rêveberiya xwe ya demborî ava kir. Li Herêma Rojava jî gel rêveberiya xwe ava kir. Ji ber vê jî ev rêveberiyên demobarî dê li Cenevreyê biguherin yek hikûmetekê û berbi çareseriyê ve biçin. Birêz Ocalan vê wek derfeteke girîng dibîne.
Demîrtaş şîroveyên Ocalan yên li ser geşedanên Sûriye û Rojhilata Navîn wiha nirxand: “ Wî nêzîkatiya xwe ya di vê mijarê de Newrozê de li hemû cîhanê deklere kir. Pêşniyara wî der barê hêza xweser a gel e. Rêgeza jiyaneke hevpar esas digire û diyar dike ku ancax riyeke wisa Rojhilata Navîn berbi çareseriyê ve bibe. Esasa danezana Newrozê jî ev bû.”
Demîrtaş da zanîn ku Ocalan der barê BDP û HDP’ê de jî nirxandin kiriye û dirêjî da axaftina xwe: “Birêz Ocalan ji serî de piştgirî dida HDK’ê û ji serî de pêşniyar dikir. Gelek kes dibe ku girîngiya vê fêm nakin. Birêz Ocalan projeya HDP’ê bi heyecan temaşe dike. Piştgiriyê didê. Em jî xebatên BDP û HDP’ê di vê çarçoveyê de dimeşînin. Biryara ku li Kurdistanê BDP û li rojava jî HDP bikeve hilbijartinan ji aliyê Ocalan ve rast û bi wate tê dîtin.”
Demîrtaş li ser pirseke ku Ocalan kongreyê çawa dinirxîne jî wiha got: “Ocalan ji berê de ji bo pêkanîna kongreya netewî hewldanên wî yên mezin çêbûn. Hem li Îmraliyê û hem jî beriya wê hewldanek mezin da. Bi rastî ji bo taloqkirina kongreyê gelek xemgîn û hêrs bû. Sedemên taloqkirinê ew jî texmîn dike. Dizane ku bandora Tirkiyeyê û Îranê li ser taloqkirinê heye.”
Demîrtaş bilêv kir ku di her hevdîtinan de Ocalan berxwedana Gezî jî tîne rojevê û dibêje bila hikûmet bersivê bide daxwazên gel.
Demîrtaş di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku Birêz Ocalan ji gelê Asûrî Suryanî, hevalên girtîgehê, û Ewropayê, Rojava û Kurdistanê re silav û hurmetê xwe şandiye û da zanîn ku Ocalan ligel derfetên kêm jî rojevê ji tv, rojname û radyoyê dişopîne.