Demîrtaş: Dibe ku heta dawiya vê hefteyê heyetek biçe Îmraliyê
Demîrtaş: Dibe ku heta dawiya vê hefteyê heyetek biçe Îmraliyê
Demîrtaş: Dibe ku heta dawiya vê hefteyê heyetek biçe Îmraliyê
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş da xuyakirin ku ew li bendê ne heta dawiya vê hefteyê heyeteke nû biçe girava Îmraliyê.
Piştî daxuyaniya çapemeniyê ya pêkhateyên Konferansa Çareserî û Yekitiyê ya Bakurê Kurdistanê, ku li ber Salona Resepsiyonê ya Sumerparkê ya Amedê hat dayîn, Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş bersiv da pirsên rojnamevanan.
Demîrtaş li ser pirsa; der barê pakêta hikûmetê amade kiriye de nêrîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye girtin an na de got, "Ev 20-25 rojin em nikarin biçin Giravê. Diviyabû 15 rojan carekê hevdîtin bihata kirin û heyet bihata berfirehkirin. Lewma em nikarin der barê hevdîtinan de şîroveyê bikim. Der barê pakêtê de hevdîtin hatiye kirin yan nehatiye kirin, ev spekulasyon in. Eger tiştekî wiha hebe ev ne şaş e, ji ber ew yek ji aktorên pêvajoyê ye. Em texmîn dikin ku herî dereng heta dawiya hefteyê heta roja Yekşemê heyeteke nû biçe girava Îmraliyê."
Demîrtaş diyar kir ku diviyabû hikûmetê di pêvajoya amadekirinê de pakêt bi rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî re parve bikira û bi vî rengî amade bikira û bibîr xist ku wan bi xwe pêşniyarên berçav ên ji 25 madeyan pêşkêş kiribûn.
Demîrtaş anî ziman ku hikûmet hewl dide nîşan bide ku ew demeke dirêje li ser pakêtê dixebite, lê belê sernavên pakêtê nayên zanîn û destnîşan kir ku AKP ji bo ajanda xwe ava bike, pakêt ewçend xistiye rojevê.