Demirtaş: Divê ev operasyon neyê rawesitandin
Demirtaş: Divê ev operasyon neyê rawesitandin
Demirtaş: Divê ev operasyon neyê rawesitandin
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş li BDP'a Amedê derbarê rojevê de pirsên rojnamevanan bersivand. Demîrtaş derbarê biryara parlamenterên girtî de bertek nîşan da û got ku huqûq tê bin pê kirin. Demîrtaş derbirî ku dê têkoşîna wan li hember vê zulmê bidome. Ji bo hevdîtinên di navbera PYD û PDK'ê de jî Demîrtaş got ku erênî derbas dibin û ew jî wek BDP piştgirî didin van hevdîtinan. Demîrtaş diyar kir ku ew li ser vexwendina YNK'ê dê ligel du parlamenteran biçe Suleymaniyê.
Demîrtaş di berdewamiya axaftina xwe de li ser operasyona ruşwetê rawestiya û wiha got: "Em naxwazin hêla siyasî ya operasyonê binirxînin. Wezir, zarokê wezîra, burokrat û karsaz bi ruşwetê tên tewanbar kirin. Tiştê dikeve ser milê Hukûmetê ew e ku ji bo ev îdîayên li holê bên piştrast kirin ewlehiya lêpirsînê bigire. Her gava ku pêşiya vê operasyonê bigire dê hukûmetê bixe binê îthaman. Heya îro ev hukûmet û hevalbendê wan digotin ku ew heram naxwin. Divê hemû Tirkiye bibîne bê van çikiriye çi nekiriye. Hukûmeteke ku ji bo 3 qurûşa ne de karkeran, milyar dolar pere bi çewalan dizîne. Divê hesab bê dayin. Wezîr be jî, Serokwezîr be jî kî dibe bila bibe divê hesab bide. Derbarê vê operasyonê de navê kî derbas dibe bila bibe divê fezleke derhal bînin Parlamento'yê û destnedayina wan kesan bê rakirin. Em ê piştgirî bidin vê yekê. Ger pêwistî hebe bila destnedayina hemû parlamenteran bê rakirin. Ji bo ku dozger bi hêsanî van nelirêtiya derxînin holê."
EM DEST JI HISTUVANGA DIZAN BERNADIN
Demîrtaş diyar kir ku di roja duyemîn de mudurên polîsan ji peywirê hatine girtin û wiha pêl da axaftina xwe: "Ev mudaxeleya operasyonê ye, nayê qebûl kirin. Pêwîste wezîr di demek kurd de îstifa bikin. Em wek BDP'ê nahêlin ser vê buyerê bigirin. Divê di demek kurt de di Parlamentoyê de jî komisyonek bê ava kirin. Li gor me ev hê ne tiştek e. Em dizanin li hemû bajarên Tirkiyeyê ev nelirêtî hene. Alîgirê Cemaetê yên AKP'ê me eleqedar nakin. Tiştê me eleqedar dike kesên ku pereyên gel talan kirine, dizîne, ji xwe re kirine sermiyan divê hesab bidin. Dewleta ku li Wanê ceyrana erdhejzedeyan dibire û wan ji konteynirên wan derdixe, ji hêla din ve divê dizan neparêze. Dewleta ku li alîkî 34 zarokê kurd bi sedema ku kaçaxtî kirine bi balefirên şer qetil dike, gelo hesabê milyon dolarên kaçax dipirse. Ji ber vê yekê divê yek hemleyeke ku mudaxeleyê operasyonê bike neyê kirin. Em dest ji histuvanga wan dizan bernedin."
BERPIRSYAR HIKÛMETE
Demîrtaş bilêv kir ku operasyona niha tê meşandin ji operasyona paqijiyê wirdetir, reqabeteke siyasî ye û wiha got: "Êdî ji hêla AKP'ê ve rojên ku hesab bide gel hatiye." Demîrtaş li ser pirsa "pêvajoya çareseriyê dê zirar bibîne an na" wiha got: "Cemaet ne organîsazyoneke resmî an jî kanûni ye. Lê hemû burokratan yên ku peywirdar dike Hukûmet e. Ji ber vê yekê muxatabê me Hukûmet e. Gotina 'Cemaet pêvajoyê xera dike Hukûmet mexdûr e' em qebûl nakin. Welew ku dadgeha parlamenterên me bernade nêzî Cemaetê be jî, ma yên ku ev peywirdar kirin BDP, CHP an jî MHP ye. Ma ne AKP wan peywirdar dike. Ev 12 sal e Hukûmet peywir dide wan. Ji ber vê yekê em Hukûmetê berpirsiyar dibînin. Bi vî halê xwe raste pêvajo her roj dikeve zoriyê lê berpirsiyar Hukûmet e. Bila ji axaftinên me kes tiştekî weke 'BDP piştgirî dide Cemaetê' dernexe. BDP helwesta xwe ji bo maf û edaletê bi kar tîne. " Demirtaş wiha got: "Ger ev operasyon berdewam bike em hêvîdar in serê wê bigihîje parlamenter û şaredarên AKP'ê yên bajarê Kurdistanê jî. Lewra em dizanin tev diziyê dikin. Kî dizî dike bila derxin holê. Înşelaah dê serê wê bigihîje wan jî."
GA MIR HEVPARÎ XIRAB BÛ
Ji bo îstifayên parlamenterên AKP'ê jî Demirtaş got ku "Ga mir hevparî jî xirab bû." Li ser pirsa bikaranîna peyva "Kurdistan" jî Demîrtaş wisa got: "Kurdistan wek rojê rastiyek e, hevalê me jî di Parlamentoyê de vê rastiyê dibêjin. Parlamento ne mal û milkê bavê tu kesî ye. Bila hedê xwe zanibin. Heya ev fermî bêne qebûl kirin jî em ê têkoşîna xwe bidomînin."
Demîrtaş hevdîtinên di navbera partiyên kurd de jî nirxand û got ku ev dê bandora xwe ya yekem li civîna Cenevre 2, ya duyem jî li Kongreya Neteweyî bike.
Li ser pirsa dozger Zekeriya Oz ji peywirê hatiye girtin jî Demîrtaş wiha got: "Dozgerê ku ji hêla Hukûmetê ve hatiye peywirdar kirin, dîsa wesayitâ zirxî tehsîsî wî kiribûn. Îro ketiye erdê wan yên îsota îcar wî ji kar digirin."
Demîrtaş derbarê salvegera operasyona çapemeniyê de jî ev nirxandin kir: "Di rapora Komîteya Rojnamegerên Navneteweyî de ji hêla girtina rojnamevanan ve Tirkiye yekemîn e. AKP vê heq dike. Ji bo bibe yekem tiştê ji destê wan tê dikin. Lê rojnamegerên çapemeniya azad jî eniya wan vekirî xebata xwe didomînin. Em ligel wan in û em dixwazin rojnamegerên kurd û yên girtî tev serbest bên berdan.
Demîrtaş herî dawî got ku di 27'ê kanûnê de dê li Cizîrê beşdarî mewlûda ji bo Şerafettîn Elçî bê dayin bibin û di 28'ê kanûnê de jî dê biçin Roboskî û carek din hesabê qetlîamê bipirsin.