Demîrtaş: Divê her sê pêşniyar bicih werin anîn
Demîrtaş: Divê her sê pêşniyar bicih werin anîn
Demîrtaş: Divê her sê pêşniyar bicih werin anîn
Hevserokê BDP'ê Demîrtaş diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan asta heyî weke asta derbasbûnê ya ji diyalogê ber bi muzakereyan ve bi nav kiriye û got, "Ji bo rewşeke muzakereyan a siyasî were afirandin, divê her sê pêşniyarên Ocalan bicih werin anîn."
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş detayên hevdîtina xwe ya li gel Ocalan ji rojnameya Ozgur Gundemê re vegot.
Beşek ji hevpeyvîna rojnameyê ya li gel Demîrtaş wiha ye:
Beriya her tiştî dixwazim silavên Birêz Ocalan li tevahiya gelê me bikim. Li gel şert û mercên giran ên Îmraliyê hewl dide pêvajoyê bimeşîne.
‘DI ŞERT Û MERCÊN ÎMRALIYÊ DE FORMATA MUZAKEREYAN BICIH NAYÊ ANÎN’
Wî der heqê pêvajoyê de ev nirxandin dikir. Nêzî saleke yanî ji Cotmeha 2012'an û vir ve li Îmraliyê trafîka hevdîtinan dewam dike. Ev pêvajoya salekê weke pêvajoya diyalogê bi nav kir. Destnîşan dike ku eger tê xwestin pêvajo ji niha û pê ve dewam bike, divê ji formata diyalogê derbasî formata muzakereyan bibe. Bi rêya heyetê ev nêrînên xwe bi awayekî devkî û nivîskî ji hikûmetê re ragihand û niha li benda bersiva hikûmetê ye. Her weha destnîşan dike ku ji ber misyona wî ya di vê pêvajoyê de, şert û mercên heyî yên ew lê tên ragirtin, dest nade formata muzakereyan.
JI BO MUZAKEREYÊ 3 PÊŞNIYAR
Ji bo rêveçûna muzakereyan bi 3 sernavan pêşniyarên xwe pêşkêş kir. Ya yekemîn; ji bo dawî li dijwariya li nava dewlet û civakê bê anîn û derfet ji her kes û saziyan re bê naskirin guhertineke qanûnî bê kirin -mînak bi Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê- dikare bibe. Divê karibe bi rêxistinên civakî yên sivîl, medya û akademisyenan re, bi heyetên cuda yên siyasî re hevdîtinan bike. Eger Birêz Ocalan wê di mijara tinekirina dijwariyê de rolê bilyeze, hingî divê di destê wî de bi têra xwe derfet hebin. Dibêje ew ji bo xwe statuyeke taybet naxwaze, bi tenê ji bo feydê li pêvajoyê bike û rola xwe bileyze, derfet bên afirandin.
Sernavê duyemîn jî; lingê wê yê siyaseta demokratîk e. Ji bo vê yekê 8 komîsyon pêşniyar kiribû. Ev 8 komîsyonên asta jêrîn, dikarin di bin 8 sernavan de bixebitin, ji destûra bingehîn heta qanûnan, ji mijara ewlekariyê heta hawirdorê, mafên jinan, mijarên civakî nîqaşan bikin. Ev hemû yekser pêwendiya xwe bi vekirina rêyên siyaseta demokratîk ve heye.
Mijara sêyemîn jî: Komîsyona Şopandin û Lêkolînkirina Heqîqetan. Di vê mijarê de pêwîstî bi komîsyonekê heye ku di navbera aliyên muzakereyê de rola hakemtiyê bileyze, eger pêwîst bike karibe dest li pirsgirêkên derkevin holê were, bi aliyan re hevdîtinan bike, pêşniyaran pêşkêşî wan bike, wan kontrol bike. Ev komîsyon dikare ji mirovên durust û ji dil ên dixwazin feydê li pêvajoyê bikin, pêk were. Divê ne bi partiyekê yan aliyekî ve girêdayî be. Ev yek dikare bibe çavekî sêyemîn, dikare pêvajoyê bişopîne û dema xetimî, pêşî li rêveçûna pêvajoyê veke.
Birêz Ocalan ev her sê pêşniyarên xwe bi awayekî devkî û nivîskî pêşkêşî hikûmetê kiriye. Ji bo destpêkirina asta muzakereyê, ev pêşniyarên wî ne. Ew li benda bersiva hikûmetê ye, emê jî vê bişopînin.
'KCK'Ê BERPIRSYARIYA XWE BICIH ANÎ'
Di mijara vekişînê de Birêz Ocalan digot divê qanûnek bê derxistin û bi vê yekê re vekişîn heta 1'ê Hezîranê temam bibe. Eger di çarçoveya pêşniyara Birêz Ocalan de qanûn bihata derxistin û vekişîn bi vê qanûnê bihata kirin, hingî vekişîna gerîla dikarîbû heta 1'ê Hezîranê temam bûya. Wî bi xwe ev tişt digot: "Eger qanûn bê derxistin, ne bi meşê gerîla dikare bi wesayîtan vekişe û bi vê yekê re pêvajoya vekişînê bi lez temam bibe. Lê belê hikûmetê ev pêşniyar li ber çavan negirt û qanûn dernexist. Di ser de jî lez da çêkirina qereqolan, bendavên bi armancên leşkerî lê kir û di ziman û daxuyaniyên xwe de ti guhertin pêk neanî. Van hemûyan pêşî li vekişînê girtin. Hikûmetê ev firsend ji dest revand. Ti wateya wê nîne ku niha radibin KCK'ê tewanbar dikin. Nêzîkatiya 'KCK'ê li Apo guhdarî nekir' qet ne rast e. KCK'ê berpirsyariyên xwe bicih anî. Ji ber vê yekê ez silav û minetdariya xwe dişînim ji hemû hevalên vekişiyane. Rewşeke 'yên nexweş vekişiyane' li holê nîne û ne rast e. Ti hevalên nexweş nîne, hemû jî hevalên bi nirx û giranbuhane. Ez ji hemûyan re spas dikim. Bi fedekarî nêzî pêvajoyê bûn. KCK'ê di vê nuqteyê de nikarîbû biryareke cudatir bigirta. Ji ber vê yekê nêzîkatiya 'Ocalan û PKK ji hev cihê tevgeriyan, li Ocalan guhdarî nekirin' ne rast e."
‘AGIRBEST NÎŞANEYA FIRSENDA JI BO ÇARESERIYÊ YE’
Birêz Ocalan rewşa agirbestê girîng dibîne. Weke helwesteke rast dibîne. Ji ber ku ev yek nîşaneya, firsenda ji bo çareseriyê ye. Nîşaneya daxwaza KCK'ê ya ji bo çareseriyê ye. Di wê baweriyê de ye ku divê ev dewam bike.