Demîrtaş: Em dixwazin êdî pêngavên pratîk bibînin

Demîrtaş: Em dixwazin êdî pêngavên pratîk bibînin

Rêxistina BDP'ê Êlihê 2'emîn Kongeya we ya Awarte pêk anî. Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn diyar kir êdî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dema gotinên xwe derbas bûye û got: “Êdî Em êdî naxwazin bi guhên xwe bibihîzin. Em dixwazin bi çavên xwe bibînin.” Demîrtaş da znaîn ku ew weke gelê Kurd û partî bi her awayî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li pişt Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in.

Rêxistina Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Êlihê 2'emîn Kongreya xwe ya Awarte li Salona Dahwetêya Gala bi tevlêbûna hezaran kesan pêk anî. Kongre diyarî 3 jinên siyasetmedar ên kurd hatin kirin. Di kongreyê de Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û endamên Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê jî di navde hezaran kes amade bûn.

Salon bi alên BDP'ê, wêneyên 3 jinên kurd, alên PKK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rengên kesk, sor û zer hatin xemilandin. Li salonê pankartên "Em qetilkirina li hemberi siyasetmedarên kurd şermezar dikin", "Em şoreşa Rojava silav dikin", "Bila Girtîgeha Îmraliyê bê girtin.", "Çözüm, diyalog ve müzakerede", "Em bi germahiya Rojê ber bi Azadiyê ve dimeşin" vekirin. Zilam û jin jî bi cilên xwe yên neteweyî û gelerê tev li kongreyê bûn. Girseyê di kongreyê de bê navber sloganên "Bijî Serok Apo", "Qasirê aştiyê ye Îmralî ye", "Ciwan fedaiyên Apo ne" û "PKK gel e, gel li vir e" berz kir. Dema Demirtaş derbasî salonê bû girse rapû ser piyan û slogan qêriyankirin. Kongreyê bi hilbijartina dîwan û rêzgirtinê dest pê kir.

'BIRÊZ OCALAN HEMÛ GELÊ KURD Û JIN SILAV KIR'

Pêşî Serokê Dîwanê û Endamê Meclîsa BDP'ê Nezîr Gulcan, ani ziman ku bi operasyonên siyasî yên li Êlihê xwestin ku gelê Êlihê çavtirsanî bikin û rêxistinbûna li Êlihê belav bikin û wiha got: "Lê gelê Êlihê di dîroka partiyên siyasî de gava yekem avêt û nûnerên saziyên sivîl ên civakî bi nobedarî peyvira rêveberên hatin girtin danîn ser milê xwe."

Parlamentera BDP'ê ya Êlihê û Endama Kordînasyona KCD'ê Ayla Ata, anî ziman ku operasyonên siyasî herî zêde li Êlihê zêde bû û wiha got: "Di aliyê fermî de tenê 2 rêveber man. Di operasonên siyasî de hemû rêveber ji ber xebatên xwe yên partiyê hatin girtin. Lê em dibêjin em paritya gel in. Em hêza xwe ji gel digirin û her tim deriyê me ji gel re vekiriye û dê her dem vekirî bimîne. Di hevdîtina me ya bi Birêz Abdullah Ocalan, de silavên Birêz Ocalan li hemû gel û jinan hebûn." Dema Akat slavên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji gel û jinan re ragihand tofona çepikan pêk hat. Dîsa li salonê peyama Şaredarê Êlihê Necdet Atalay hat xwendin.

DEMÎRTAŞ: GÊLÊ KURD BINGEHÊ AZADIYÊ DANIYE

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demirtaş jî bi silavkirinê dest bi axaftinê kir û wiha got: "Gelê kurd êdî naxwaze li ser axa xwe wekî koleyan biji. Dixwaze li dijî operaksyon û kuştinê bi navsnameya xwe û rengê xwe bijî. Gelê kurd di sala 2000'an de bingehê azadiyê avêt. Dixwaze bi rûmet li ser axa xwe azad bijî. Dixwaze wekî gelê kurd li ser Kurdistanê azad bijî. Hin kes li Enqereyê dibêjin em bi diyalog û muzakereyan pirsgirêka kurd çareser bikin. Lê heta niha tu berhem û şewqa wê li Êlih û kolanên herêmê xuya nebûye. Hêj bandora xwe li ser salonên dadgehan nekiriye. Hêj li ser gel zextên giran heye. Zilm li ser gel tê meşandin. Kesên li Enqereyê dibêjin lazim e em pêvajoyek nû bidin destpêkirin divê li pratîka xwe bikin. Em ji dil û can piştgiriyê didin Birêz Ocalan û pêvajoya ku wî daye destpêkirin. Kesên dixwazin aktorên siyasetmedarên kurd bînin hemberî hev peyama me bêtir yekîtîya kurdan e. Em hemû gelê xwe, endam û rêveberên xwe heta dawî li pişt Birêz Ocalan in. Dibîjin BDP cuda û Ocalan cuda difikirin. Dibêjin Qandil cuda difikirin. Em li pişt pêvajoya Ocalan in.

Demîrtaş, da zanîn ku gelê kurd dixwaze gavên pratîk ên şênber bavêje. Divê piştî heyeta yekemîn heyeta duyemîn jî biçe û hevdîtin bi rêk û pêk bê meşandin. Em bawer dikin ku dê di rojên pêş de hevdîtin pêk bên û em dê heyetekê bişînin Îmraliyê.

Piştî axaftinê kongre bi yek lîsteyê çû hilbijartinê. Ji bo hevserokên Rêxistina BDP'a Êlihê Serdar Atalay û Rehşan Çarboga hatin hilbijartin.