Demirtaş: Emê hemû şaredariyên Botan û Colemêrgê bigirin

Demirtaş: Emê hemû şaredariyên Botan û Colemêrgê bigirin

Hevserokê Giştî yê BDP’ê selahattîn Demirtaş dema ku beşdarî marasîma BDP’a Şirnexê bû ku namzetê xwe bi gel didan nasîn got ku, “Em talibê hemû şaredariyên Kurdistanê ne.” Demirtaş ku got îro ji bo bîranîna Şerafettîn Elçî li Cizîrê bûn û diyar kir ku wê sibê jî li cihê ku herî zêde Kurd lê perîşan bûyîn û cihê komkujiya herî bi xwîn, ji ber 2. Salvegera komkujiya Roboskî wê li Roboskî bin.

Hevserokê giştî yê BDP’ê Selahattîn Demirtaş û Gûltan Kişanak ku di navde hilbijartiyên BDP’ê ji ber salvegera wefata siyasetmedarê Kurd Şerafettîn Elçî ku ji ber nexweşiya penceşêrê sala bûhrî jiyana xwe ji dest dabû, piştî bîranîna salvegera wî bi karwanekî ji sedan wesayitan pêk dihat berbi navenda Şirnexê ve ketin rê.

Piştî ku demekî dirêj li navenda bazarê geriyan şûnde hatin pêş avahiya Rêxistina BDP’a bajêr. Li vir bi hezaran kesên ku sekinîn hevserokên giştî  yên BDP’ê û hilbijartiyên BDP’ê bi dirûşmeyên “Silav Silav ji Îmralî re hezar silav”, “Bijî Serok Apo” û “Dîsan dîsan serhildan serokê me Ocalan” qêriyan pêşwazî kirin.

Di pêşwaziyê de li gel hildana pankartên “pêwiste Kurd li gel mafên xwe yên bingehîn di destûra Bingehîn de cih bigirin”, “çareseriya demokratîk, ji bo Ocalan Azadî” flamayekî mezin a bi rengên kesk, sor û zer hate vekirin.

Piştre jî Serokê BDP’a Bajêr Baki Katar ku axaftinek kir, diyar kir ku ev hilbijartin ji bo wan di nirxê referandumê deye  û wiha got: “Em weke partî tenê tenê bi hilbijartina şaredariyan nakevînê. Emê ji bo azadiya Serok Apo biçîn hilbijartinan.

Pêş axaftina Hevserokê Giştî yê BDP’ê Demirtaş girseya ku dirûşmaya “Şirnex bi we serbilinde” qêr kirin Demirtaş jî bi gotina “di dîroka tekoşîna me de di meşa azadiyê de hemû demê gelê Botan pêşengî kiriye. Ji ber wê em bi we serbilindîn” bersiv da.

‘PÊWÎSTE AKP JI VAN DERAN ŞAREDARIYAN NEGIRE’

Demirtaş di berdewama axaftina xwe de got, “hemû şaredariyên Colemêrg û Botanê emê bigirîn. Em diyar dikîn ku em talibê hemû şaredariyên kurdistanê ne” û bal kişande ser ku pêwiste AKP’e ji vir nekaribe şaredariyan bigire.

Demirtaş got ku, di operasyona nelirêtiyê de rewşekî pir balkêş jî derketiye holê.

‘HEMÛ BI HEVRE DIXWIN Û LI SER HEV BELAV DIKIN’

Demirtaş got ku, dema ev operasyon hate kirin kî bi nêzikatiyekî aqilane difikirî ku cemaeta Gulen û AKP ji hev veqetiyane û wiha dewam kir: “Hemû bi hevra dixwen û li hev belav dikin. Lê niha jî dema ku pay kete derdê winda kirinê, niha jî nelirêtiyên hev derxistin holê.”

Demirtaş ku di berdewama axafitna xwe de bal kişande ser dema dibêjin dewleta parelel CHP xwe ji cihê xwe difire û wiha got: “Dema ku min got dewleta parelel heye û pêwiste hemû tişt derkeve holê CHP’î hemû ji cihê nerazîbûn nîşan dan. Lê dema ku di berê de bi Ergenekonciyan re parelel dewlet çêdikirin alikarî dida. Lê niha jî piştî ku dibin navê îslamê de dewleta parelal tê çêkirin hewildidin ji cemaetê sûd bigirin. Hemû weke hev bi qirêjin. Em ji bi derxistina van a holê pêvajoya ‘çareseriya demokratîk’ ku Serok Apo diyar kiriye bigihînine serkeftinê.”