Demirtaş: Fermana bombebaranê Erdogan da
Demirtaş: Fermana bombebaranê Erdogan da
Demirtaş: Fermana bombebaranê Erdogan da
Li Gundê Roboskiyê di 28'ê Kanûna 2011'an de balafirên şer ên Tirk bombe barandin û di bomberanê de 19 jê zarok 34 kes hatin qetilkirin. Ji bo 2. salvegera komkujiya Roboskiyê li gelek navendan bi meş û daxuyaniyan komkujî hat şermezarkirin. Di komkujiyê de bi hezaran kesên daketin kolanan edalet xwestin û xwestin kujer bên darizandin û cezakirin. Li Amed, Sêrt, Riha, Dêrsim, Enqere, Agirî, Edene, Mêrsîn, Hatay, Gurgum, Çewlîk, Mêrdîn û Dîlokê di serî de li çar parçeyên Kurdistanê bi hezaran kes daketin kolanan. Di merasîmê de Selahattîn Demirtaş axivî wiha got: “Fermana Komkujiya Roboskî Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan da.” Demirtaş diyar kir ku heya Kurdistana Kurdan çêbe wê bikare hesaba vê komkujiyê were pirsîn.
Di saetên danê siharê de bi hezaran kesên ku ber bi Roboskî ve meşiyan bi pankart û dirûşmeyên xwe cardin êşa Roboskiyan parve kirin. Merasîma ku gelek rêxistinên civakî partiyên siyasî û parêzvanên mafên mirovan beşdar bibûn. Hevserokên Giştî yê Partiya Demokrasî û Aştiyê Selahattîn Demirtaş û Gûlten Kişanak, Hevserokên Partiya Demokratîka Gelan (HDP) Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçû û hevseroka DTK’ê Aysel Tugluk jî amade bûn.
Marasîma bîranînê ku li ser goristana 34 welatiyên Roboskî yên di komkujiyê de jiyana xwe ji destdayîn lê hatîn definkirin destpê kir. Merasîm bi peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji bo bîranîna 2. Salvegera komkujiya Roboskî şandibû dewam kir. Peyama Rêberê Gelê Kurd bi dirûşmeyên gel a li ser hev “Bijî Serok Apo” her dihate birîn.
Piştî bîranîn ku li ser goristanê bi hezaran kesên ku ketin meşê bi dirûşmeyên weke “Roboskî wê ji bo Faşîzmê bibe goristan”, “Hêrsa dayikan wê kujeran bi fetisîne” û “kujer Erdogan” temam bû.
Piştî mewlîda ku di merasîmê de hate xwendin hevseroka DTK’ê Aysel Tugluk mafê axaftinê girt û bangewaziya gelê Roboskî kir. Tugluk wiha got: “Li pêşberî direwên wan rastî cihê xwe digire. Li vir tewanekî li dijî mirovahiyê hate kirin û gel vêna baş dizane. Em ji van komkujiyan ne xerîbîn. Weke ku li Dêrsimê, Zîlan, Agirî û Amedê çêbûyî em van komkujeran baş dinasîn. Emê hesaba van komkujiyan bi pirsîn.”
KURKÇU: ERDOGAN TESLÎM BIBE
Hevserokê Partiya Demokratîka Gelan Ertugrul Kurkçû bi gotina “Kujer wê hesabê bidin” dest bi axaftina xwe kir. Kurkçû wiha got: “Yên ku malê gel didizin hesaba wê dide. Yên ku êrişî ser canê gel kî dikin wê hesaba vê bidin. Tiştên ku bi vî gelî dane jiyan kirin em ji bîr nakîn. Ji bo ev derbikeve holê emê bi hemû hêza xwe tekoşînê bikîn.”
DEMÎRTAŞ: WÊ HEMÛ JI DIFINA WE DERBIKEVE
Hevserokê Partiya Demokrasî û Aştiyê Selahattîn Demirtaş bi silvadayina malbatên mexdur yên Roboskî dest bi axafitna xwe kir. Demirtaş ku got dewleta Komara Tirkiyê ku 90 sale xwe weke dewletekî zagonî, civakî û laîq dibîne li Roboskiyê parçe bû û wiha got: “Yên ku li wir parçe bûn ne bedenên zarokên me bûn, zihniyeta dewleta faşîste. Faşîzîm û dagirkeriya dewleta Tirk a Kurdistanê li van çiyayên Roboskiyê parçe bû. Kurdan hemû tiştê xwe heye. Rûmet û şerefa Kurdan heye. Tenê tiştek ji kurdan kême ew jî Kurdistana Kurdan nîne. Yekane kêmahiya Kurdan eve.”
‘FERMANA BOMBEBARANÊ SEROKWEZÎR DA’
Demirtaş wiha got: “Ez agahiyên li gel me hene li vir ji were bêjim. Wê şevê ji bo Serfermandariya giştî xeberek diçe. Wiha dibêje: “Li vir ser herêma sinor karwanek heye. Di nava wan de jî Bahoz Erdal heye. Lê dibe ku sivîl jî hebin. Vê agahiya veşartî li gel girseya li vir Şirnex û Qilabanê parve nakin. Lê Serokwezîr bi telefonê agahdar dikin. Dibêjin “oparasyonekî bi rîske”. “ Emê li Bahoz Erdal bixîn lê dibe sivîl jî bin.” Li vir Serokwezîr dibêje “Lêxin”. Recep Tayyip Erdogan fermana “lêxin” dide. Li ser vê fermana serokwezîr balefirên şer radibin tên 34 zarokên me qetil dikin.
Piştî wêna jî dizanin ku bi giştî gundiyên Roboskê ne. ji wê rojê ve dixwazin vê dosyayê qepat bikin. Heya niha bi fermana serokwezîr 800 kes ji peywira wan hatine girtin. 34 zarokên van dayikan li van giran hatin parçe kirin. tenê yek fermandar jî ji peywirê ne hat girtin.”
“EMÊ LI SER WELATÊ XWE AZAD BIBÎN”
Axaftina hevserokê giştî yê BDP’ê Demirtaş li ser hev bi dirûşmeyên “Kurdistan wê ji bo faşîzmê bibe goristan” dihate sekinandin.
Demirtaş ku got, “Komara Tirkiyê nikare edaletê bide me” wiha dewam kir: “Em ji leşkerên te, dozgeriya te, dozgerên te yên sivîl û dadgehên te edaletê na xwazîn. Ev nikarin edaletê bidin me. Emê li ser welatê xwe azad bibîn! Tenê hesaba Roboskî dikare wiha were pirsîn.
Hesaba Roboskî dema ku me Kurdistan diyarî dayikên Roboskî kir wê bikare were pirsîn. Ev ne komkujiyekî wiha ji rêzê deye. Di ser re tam 2 sal derbaz bûn. Di 2 salan de çi lêkolîn dikin. Balefir rabûne kê ferman daye û kê li vir bombe berdane? Hemû ev çende? Ev du sale nikarin bibînin? Ev du sale dozger çi lêpirsîn dikin? Em dizanîn. Du salin hewil didin bidin ji bîr kirin. bawer bikin wê hesaba vê bidin.
Bê mafiya ku li Roboskî li me hatiye kirin em dizanîn tê çi wateyê. Yên ku ev komkujî kirine wê rojek bê ji ser vê xakê derbikevin biçin. Wê rojê Roboskî û hemû Kurdistanî û dostên wan wê bikaribin li ser vê xakê bi azadî bi jîn. Ew roj nêzin û em hemû bi hevre wê bibînin.”