Demîrtaş: Gelê Sêrtê ji ber hevkariya AKP-Cemaet xwîn verşiya
Demîrtaş: Gelê Sêrtê ji ber hevkariya AKP-Cemaet xwîn verşiya
Demîrtaş: Gelê Sêrtê ji ber hevkariya AKP-Cemaet xwîn verşiya
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş da xuyakirin ku Sêrt bajarekî lê gelên cuda dikarin tifaqê bikin û ji Erdogan re got, "Sêrt xwedî li te derket, lê te xiyanet bi Sêrtê kir. Te li kolanan li gelê Sêrtê da." Demîrtaş her wiha got, "Cemaeta Gulen bi AKP'ê re tevdigeriyaye û bi gel xwîn daye verişandin."
Hevserokên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, duh piştî danasîna nazmetên Sêrtê beşdarî xwarina pitşevaniyê ya rêxistina bajêr bûn. Di kombûnê de Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, Şaredarê Misricê Necat Yilmaz û endamên Rêxistina HDP'ê ya Sêrtê jî amade bûn.
Demîrtaş li vê derê axaftinek kir û anî ziman ku ji xebateke ji rêzê ya hilbijartinê wêdetir, ew weke parçeyek ji têkoşîna siyasî ya mezin beşdarî hilbijartinan dibin û got, "Em ne partiyek ji bo hilbijartin û sindoqan hatiye avakirin e. Armanca me ya herî mezin qezençkirina azadiya gelê me ye. Di hilbijartinan de jî bi vê armancê em cih digirin. Divê her tişt xizmetî azadiya gelê me bike û û pêwîste hemû xebatên me jî bi vê nêrînê werin meşandin. Hemû li qadên hilbijartinê careke din derfetê bibînin ku hemû daxwazên xwe yên ji bo azadiyê bînin ziman."
'ERDOGAN XINAYET LI SÊRTÊ KIR'
Demîrtaş bal kişand ser pevçûna navbrea AKP û Cemaeta Gulen a piştî operasyona bertîl û nelirêtiyê û wiha peyivî: "Emê di van hilbijartinên herêmî de nîşan bidin ku em alternatîfek ji vê pêşbirka dizî, rant û desthilatdariyê ya serdestan e. Emê li deriyê hemû malên Sêrtê bidin û hewl bidin vê alternatîfa xwe vebêjin. Tirkiye mehkûmî van dizan nîne. Emê nehêlin ku gel dengê xwe bide van dizan. Emê nebin ne alîgirê dizan ne jî alîgirê parêzvanên dizan. Emê nebin alîgirê camaetê, nebin alîgirê dewleta paralel, nebin alîgirê çeteyan. Emê ji gel re rêya rast a li dû namzetên BDP'ê nîşan bidin."
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş da xuyakirin ku Sêrt bajarekî lê gelên cuda dikarin tifaqê bikin û ji Erdogan re got, "Sêrt xwedî li te derket, lê te xiyanet bi Sêrtê kir. Te li kolanan li gelê Sêrtê da. Te bi qûndaqan li dayikan da." Demîrtaş di dewama axaftina xwe de got, "Vê yekê bi tenê polîsê cemaetê dike? Na, bi AKP'ê re destê xwe dan hev û bi gelê Sêrtê xwîn dan verşandin. Li vê derê rêveberiya awarte hat jiyîn, heta serokê şaredariyê heqaret li her kesî kirin, ciwan û zarok li nava kolanan qetil kirin. Eger yê ku ev kiriye dewleta paralel be, bila Serokwezîr kerem bike hesap jê bipirse."
'HÛN LI SÊRTÊ NIKARIN PÊŞÎ LI BDP'Ê BIKIN'
Demîrtaş diyar kir ku her dengekî ji sindoqan ji bo AKP'ê derkevin dê were wateya "ez vê dizîtiyê dadiqurtînim" û wiha peyivî: "Ji bo dengek bi tenê jî ji AKP'ê re neçe emê têbikoşin, emê dersê bidin AKP'ê. Emê wan hewldanên wan ên ji bo hevalên me neyên hilbijartin kirin, ji bîr nekin. Hewl dan me di sindoqê de asê bikin. Lê belê em bi serbilindî ji vê derê derketin. Ne hedê ti kesî ye, kes nikare li Sêrtê pêşî li BDP'ê bigire."
Demîrtaş axaftina xwe bi silavdayîna xizmên girtiyan û malbatên zarokên wan di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, bi dawî kir.