Demîrtaş: Helwesta hikûmetê pêvajoyê dixe xeterê

Demîrtaş: Helwesta hikûmetê pêvajoyê dixe xeterê

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Meclisê bi rojnamevanan re rûnişt û pirsên wan ên têkildarî rojevê bersivandin. Demîrtaş diyar kir ku ew bi hikûmetê re di nava vê hefteyê de carekê rûniştine û wiha axivî: "Ev hevdîtin ji ber ku beriya 1'ê Îlonê pêk hat ji bo me girîng bû" Demîrtaş destnîşan kir ku hayê wan jê heye ku hikûmet li ser 'pakêtekê demokrasiyê' dixebite û têkildarî mijarê wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tê gotin ku ew ê bi raya giştî û parlamentoyê re were parvekirin. Lê ji ber ku hêj ne zelal e bê ka ewê çi qasî naveroka wê were parvekirin û dîsa ji ber helwesta hikûmetê em dikarin bibêjin ku em bi pirsgirêkên cidî re jî rû bir û ne." 

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, li ser bûyerên dawî yên pêvajoyê û helwesta AKP'ê civîna çapemeniyê pêk anî û pirsên rojnamevanan bersivand. Demîrtaş, bi bîr xist ku qonaxa yekemîn bi dawî bûye û axaftina xwe bi van hevokan domand: "Muxatabê qonaxa yekemîn aliyê kurd bû. Ji ber vê ev pêvajo bêyî pirsgirêk meşiya. Lê muxatab û berpirsiyarê qonaxa duyemîn hikûmet e. Hikûmet ji ber ku berpirsiyariyên xwe nayne cih pêvajo dikeve xeterê. " 

Demîrtaş, bi bîr xist ku dîrokên dawî yên ji aliyê KCK'ê ve hatine destnîşankirin 1'ê Îlonê û 15'ê Cotmehê wisa ji xwe ber nehatine destnîşankirin û axaftina xwe wiha domand: "Ev dîrok li Îmraliyê di hevdîtinên birêz Ocalan û heyeta dewletê de derketine holê û hatine destnîşankirin, in, ev dîrokên ku tên zanînin in. Hikûmet xwest ku vê wekî ferzkirina PKK'ê nîşan bide ku ev yek şaş e. Ev teqwîmeke ku ji bo her kes pêşiya xwe bibine hatiye destnîşankirin, e. Dema mirov di vê çarçoveyê de lê binêre taqwîma hatiye destnîşankirin gelekî maqûl e. Lê hewlesta hikûmetê ti hêviyeke ji bo pratîzekirina pêdiviyên vê taqwîmê, nade."

Demîrtaş bal kişand ser ku helwesta hikûmetê ji mijûlkirinê wêdetir, destnîşankirina rojeva siyaseta wê û fikirîna li berjewendiyên xwe ye û têkildarî vê yekê nêrînên xwe wiha anî ziman: "Bi van poltîkîtayên xwe Re di esasê xwe ji çareserkirina pirsgirêka kurd wêdetir her tim pêşeroja partiya xwe difikire û bi vê mantiqê dixwazin ku li gorî xwe tevdigerin. Ev yek çareseriya pirsgirêkê di warê demê de dixe xeterê. Ji ber ku hikûmet dixwaze çareseriya pirsgirêkê bi awayekî yekalî di kontola xwe de bihêle û vê pêvajoyê jî wekî pêvajoyeke diyalog û muzakereyê jî îdraq nake tengezarî derdikevin holê. Eger di serê hikûmetê de projeyeke xapandin û mijûlkirinê hebe jî tu şansekê wê ya ku vê yekê bixe pratîkê tune ye." 

Demîrtaş diyar ku ku di warê pêvajoyê de mesafeyeke cidî pêş neketiye û vê yekê bi van hevokan rave kir: "Em di wê bîr û baweriyê de ne ku lazim e pakêta demokrasiyê bi raya giştî re were parvekirin, li serê nîqaş werin meşandin, ji bo pêşniyaran vekiribe da ku heta 15'ê cotmehê teşeyeke bigire. Lê belê di vê mijarê de hêj pêşketineke tune ye. Lazim e ku mirov pêşî li mutabaqata li Îmraliyê hatiye kirirn binêre. Yanî di hevdîtina li Îmraliyê bi birêz Ocalan û heyeta dewletê re tê kirin de dema ku ji qonaxa yekemîn tê behskirin, ne ew e ku gerîlayên PKK'ê ji sedî sed derkevin devreyî sînorên Tirkiyeyê, ya hatibû axaftin ji sedî sed rewşa bêçalakîtiyê bû. Di pratîkê de çi hatibe nîqaşkirin û axaftin ew hatiye kirin." 

PERWERDEYA ZIMAN, PIRSGIRÊKA DESTÛRA BINGEHÎNÎ YE

Demîrtaş di axaftina xwe de li ser perwerdeya 'zimanê dayikê' û daxuyaniya ku serokwezîr Erdogan piştî vegera xwe ya ji Tirkmenistanê da jî rawestiya. Demîrtaş destnîşan kir ku pirsgirêka perwerdeya bi zimanê dayikê têkildarî sererastkirinên destûra bingehînî ye û axaftina xwe wiha domand: "Ji ber ku encax bi sererastkirinên destûra bingehînî astengiyên li pêş perwerdeya zimanê dayikê rabibe nabe ku bi sererastkirinên qanûnê pêşî li perwerdeya zimanê dayikî were vekirin. Di nîqaşên li ser destûra bingehîn jî AKP-CHP-MHP di her sê xalên destpêkê de li hev kirin. Lê divê baş were zanîn ku li cihê ku pirsgirêka perwerdeya bi zimanê dayikê neyê çareserkirin li wir mirov nikare behsa çareserkirina pirsgirêka kurd bike. Ji ber ku pirsgirêka kurd pirsgirêka ziman e jî. Eger ku tu bibêjî perwerdeya bi zimanê dayikê tune ye, ev tê wateya ez pirsgirêka kurd çareser nakim, henekên xwe bi kurdan dikim. Vê yekê jî tu kes qebûl nake." 

Demîrtaş bilêv kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo biencambûna pêvajoyê di nav hewldanên bêhempa de ye û axaftina xwe wiha domand: "Min berî niha di daxuyaniyekê xwe de jî got, eger ev pêvajo careke din têk biçe, ez ne bawer im ku em bikaribin dest bi pêvajoyeke bi vî rengî bikin. Nemimkûn e ku em heman peryod û hean hevsengan bi dest bixin. Birêz Ocaln jî bi vê hişmendiyê ji bo hêviyeke ku bi qasî misqalê zere be jî biafirîne hewldanên xwe didomîne. Ev vê yekê dibînim." 

DORA GAVAVÊTINÊ YA HIKÛMETÊ YE

Demîrtaş di dawiya axaftina xwe de li ser nîqaşên 8 komîsyonan jî axivî û têkildarî mijarê ev tişt gotin. "Ji bo demokratîkbûnê divê di 8 sernavên hatine destnîşankirin de divê gav werin avêtin. Divê ku mirov di vê çarçoveyê de pêvajoyê bigire dest. Guherînên di warê hiqûqê de yên ku di makeqanûnê de werin kirin; guhertinên di warê saziyên civaka sivîl de werin kirin; di warê azadiya jinê, mafên hawirdorî, parastina navxweyî jî di nav de divê di 8 sernavan de pêşketin hebin. Divê ji bo vê komîsyonên taybet werin avakirin. Heke ku hikûmet bixwaze di nav van komîsyonan de cih bigire ev j îpêkan e. Tişta ku îro hikûmet bike ji gotinê wêdetir xebat e ango îcraet e."