Demîrtaş: Hevalên me bê heq û hiqûq di girtîgehê de ne

Demîrtaş: Hevalên me bê heq û hiqûq di girtîgehê de ne

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş, di doza sereke ya "KCK"ê ya Amedê ku 175 siyasetmedarên Kurd tên darizandin de diyar kir ku, piştî van operasyonan salonên dadgehê vegeriyane mezbexanê û xwest êdî hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan. Demîrtaş diyar kir ku, bi van girtinan û darizandinê hiqûqa navneteweyî hatiye binpêkirin. Demîrtaş da zanîn ku, ji bo çûna Îmralî jî heta niha wan serlêdanek fermî nekiriye.

Rûniştina doza sereke ya KCK'ê ya Amedê ku 108 jê girtî 175 siyasetmedarên Kurd tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Amedê, serê sibê di bin dorpêça polîsan de dest pê kir. Di rûniştina îro de 78 jê girtî 6 serbest bi tevahî 84 siyasetmedar, parêzerên wan û Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş û xizmên girtiyan amade bûn. Rûniştina îro bi xwendina delîlên di derbarê Endamê MYK'a DTP'ê hat girtin Mazlum Tekdag destpê kir.

Beriya rûniştina dozê Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş daxuyani da çapemeniyê û diyar kir ku, di ser operasyonên "KCK"ê re 4 sal derbaz bûn, di 4 salan de hevalên wan hêj nikarin îfade bidin û parastina xwe bikin. Demîrtaş anî ziman ku, ew êdî li bendê ne ku hevalên wan ên siyasetmedar serbest bên berdan. Demîrtaş da zanîn ku, kesên ji endamtiya rêxistinê girtî û rastî ceza hatibûna jî lazim bû serbest hatibûna berdan, lê hevalên wan hêj bê darizandin û parastin 4 salin rehîn hatine girtin.

‘PÊWÎSTE DARAZ PEYWIRA XWE BICIH BÎNE’

Demîrtaş destnîşan kir ku, wan bi dehan caran daxuyanî dan û bang li dadger û dozgeran kir û xwest li gorî hiqûqê tev bigerin û wiha got: "Me her tim got em hatin pêvajoya qirîtîk. Me xwest ji bo rê li pêş siyaseta demokratîk bê vekirin lazime daraz ji peywira xwe bi cih bîne, lê heta niha darazê li şûna ku rê li pêş siyaseta demokratîk veke, dijberî vê yekê rê li pêş siyaseta demokratîk girt û xetimand. Li şûna rêya çaresekiyê veke her tim rageşî zêde kir. Bê heq û bê hiqûq hevalên me di girtîgehan de hiştin."

'LI VIR KOMKUJIYA SIYASÎ HAT KIRIN'

Demîrtaş anî ziman ku, piştî operasyonên di bin navê KCK'ê de li dijî siyasetmedarên Kurd pêk hatin salonên dadgehan vegeriyane selexaneyan û li van salonan komkujiya siyasî pêk tê. Demîrtaş da zanîn ku ne tenê li Amedê, li gelek bajarên Tirkiyeyê hiqûq, zagon, peymanên mafên mirovan yên navneteweyî û gerdûnî ketine bin piyan û wiha got: "Em li vir ji dadgehan edaletê napên. Ji ber ku edalet înfaz bûye. Li vir serbestberdana hevalên me pir girînge. 4 salin hevalên me bê heq û bê hiqûq girtî ne. Ger ku îro dadgeh biryarê bide ango nede zêde qîmeta wê tuneye. Ji ber ku 4 salin hevalên me girti ne. Em her tim ji bo aştiyê û rawestandina xwînê di nava hewldanan dene. Lê darazê ji bo rawestandina xwînê û şer û pêşketina demokrasî û aştiyê tu gav neavêtine. Em dixwazin êdi hemû hevalên me serbest bên berdan. Em li bendê ne ku dadgeh biryarê bide ku hemû hevalên me yên girtî serbest bên berdan."

'NIYATA HIKÛMETÊ CÛDA YE'

Demîtaş pirsên rojnamegeran ên di derbarê heyeta biçe Îmraliyê de jî axivî û wiha got: "Hikûmet li pêş navane. Dixwaze bi vê yekê alozî û rageşiyê zêde bike. Ji ber ku fikir û armanca wê cûda ye. Niyeta wê cuda ye. Heyeta me ya biçe demek dirêje amade ye. Me biryara xwe daye. Diyare ku hevalên em dê serlêdanê bikin. Lê hêj hikûmetê biryara xwe nedaye. Tiştê ku hikûmet û Wezîrê Dadê bike tenê destûra çûna parlamenteran a Girava Îmraliyê bide. Lê piryara navan jî aydî partiya me ye. Me biryara xwe ji daye. Ji ber helwesta hikûmetê heyet nikare biçe Îmraliyê." Demîrtaş, da zanin ku ji ber helwesta hikûmetê heta niha bi awayekî fermî serdana Îmraliyê nehatiye kirin û wiha berdewam kir. "Ev ziyaretek pir dereng mayî ye. Lazim bû mehek berê heyeta duyemîn çûbûya Îmraliyê. Lê ji ber helwesta hikûmetê mehek û nîve e heyeta duwemîn nikare biçe Îmraliyê. Ji bo em bi sebr û hesas nêzîk dibin em pirsgrêkan dernaxin.

Divê êdî Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan bi malbat, parêzer û heyetan re bi awayeki rûtîn karibe bi hêsanî hevdîtinan bikin.