Demîrtaş: Hikûmet bi zarokatî tevdigere
Demîrtaş: Hikûmet bi zarokatî tevdigere
Demîrtaş: Hikûmet bi zarokatî tevdigere
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş da xuyakirin ku ji ber nêzîkatiya zarokatiyê ya hikûmetê, çûyîna heyeta BDP'ê ya ber bi Îmraliyê ve dereng ketiye û got, "Em rast nabînin ku li ser kesan nîqaş bê kirin. Ev nêzîkatiya hikûmetê ne li gorî giraniya pêvajoya çareseriyê ye. Hikûmet di nava nêzîkatiyeke zarokatî de ye. Em li bendê ne êdî helwesteke ku muzakereyê bide destpêkirin, were nîşandan.
Hevserokên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, der barê mijarên di rojevê de li Navenda Çandê ya Cegerxwîn a li Amedê civîneke çapmemeniyê lidar xistin. Demîrtaş diyar kir ku ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin Cîgirên Serokê Koma BDP'ê ketine ser rê û destnîşan kir ku ji ber nêzîkatiya zarokatî ya hikûmetê, çûyîna heyetê dereng ketiye.
Demîrtaş ragihand ku divê heyet bi awayekî rêk û pêk 15 rojan carekê li Îmraliyê hevdîtinê pêk bîne û got, "Em rast nabînin ku li ser kesan nîqaş bê kirin. Ev nêzîkatiya hikûmetê ne li gorî giraniya pêvajoyê ye. Hikûmet di nava helwesteke zarokatiyê de ye. Em li bendê ne ku êdî helwesteke muzakereyê bide destpêkirin, were nîşandan. Me Birêz Ocalan esas girtin. Ji ber vê yekê, ne rast e ku li ser kesan nîqaş bên kirin. Hikûmet di nava halekî berevajî giraniya pirgirêkê de ye. Em di wê baweriyê de ne ku hevdîtina îro ya li gel Ocalan gelekî girîng e. Emê encama derkeve holê, bi gelê xwe re parve bikin."