Demîrtaş: Hin derdor pêvajoya çareseriyê, neyînî bikar tînin

Demîrtaş: Hin derdor pêvajoya çareseriyê, neyînî bikar tînin

Heyeta BDP'ê ya di nav de Hevserokên Giştî Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş jî hene, piştî serdana malbatên pevçinîn û ji hev kuştin, malên sersaxiyê ziyaret kir. Hevserokê BDP'ê di axaftian xwe ya li vê derê de diyar kir ku hin kes pêvajoya PKK'ê daye destpêkirin weke firsendê ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne û destnîşan kir ku ew vê yekê ti carî qebûl nakin.

Heyeta BDP'ê ya di nav de Hevserokên Giştî yên BDP'ê Selahattin Demirtaş û Gultan Kişanak jî hebûn, malên sersaxiyê yên ji bo kesên di şerê navbera malbatan de jiyana xwe ji dest dabûn ziyaret kir. Heyetê piştî mala sersayê ya malbata Ugurlayan ziyaret kir, derbasî gundê Çiftlibahçe yê navçeya Hezo bû û mala sersaxiyê ya Tekin ziyaret kir. Heyet ji aliyê malbata Tekin û gundiyan ve hat pêşwazîkirin. Di ziyaretê de Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, sersaxî ji malblatê re xwest û diyar kir ku ev bûyerên bi vî rengî wan xemgîn dike û dixe nava fikaran. 

Kişanak, bang li her kesî kir û xwest li hemberî bûyerên bi vî rengî xwînsar û hestiyar tevbigerin û xwest êdî bûyerên bi vî rengî dubare nebe.

Selahattin Demirtaş jî sersaxî ji malblatan xwest û wiha got: "Di demên dawî de şerê di navbera gundiyan de zêde bûye û ev ne ji rêzê ye. Li Êlih, Mûş û herî dawî li Lice Hezro, Farqînê şer pêk hatin û herî kêm 30 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Ev ne bûyerên ji rêzê û ji xweber in. Ev encama polîtîkayên salan e li ser Kurdan tên meşandin e. Dixwazin bi vê yekê re têkoşina azadiya gelê kurd vala derxin. Em van bûyeran qet qekbûl nakin. Kesên dixwazin tevna civakî ya Kurdan xera bikin vê pêvajoya ku PKK'ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin ji xwe re dikin firsenda berjewendiyê. Lê bila her kes zanibin kesên dixwazin alozî û tevliheviyê bikin dê têkoşîna wan bê encam bimîne. Di pirsgirêka kurd de 50 hezar mirov hatin kuştin. Çareseriya vê yekê muzakere u diyalog e.

Heyetê herî dawî malbata li taxa Kale ya Farqînê dimîne ziyaret kir.