Demîrtaş ji malbata Atakan re sersaxî xwest
Demîrtaş ji malbata Atakan re sersaxî xwest
Demîrtaş ji malbata Atakan re sersaxî xwest
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji malbata Ahmet Atakan ku di çalakiya şermezarkirinê ya Hatayê de di encama êrîşa polîsan de jiyana xwe ji dest da, sersaxî xwest.
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş bi telefonê bavê Ahmet Atakan ku di çalakiyên şermezarkirinê yên li Hatayê de, di encama êrîşa polîsan de jiyana xwe ji dest dabû, geriya û ji malbatê re sersaxî xwest. Demîrtaş diyar kir ku êşa malbatê parve dikin û wiha axivî: "Em wekî gelê kurd, tirk, elewî û çerkez hemû êşan parve dikin. Heta ev zextên faşîzan bi dawî bibin dê têkoşîn bidome. Em li gel we ne. Hûn tenê nîn in û em ê vê bûyerê bişopînin." Bav Alî Atakan, spasiyên xwe pêşkêşî Demîrtaş kir.