Demîrtaş: Qebûl nabe malbat pirsgirêkên xwe bi çekê çareser bikin

Demîrtaş: Qebûl nabe malbat pirsgirêkên xwe bi çekê çareser bikin

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş da xuyakirin ku hewl tê dayîn pirsgirêka Kurd a 100 salan bi rêbazeke bêçek bê çareserkirin û got, "Di rewşeke bi vî rengî de nayê qebûl kirin ku malbat pirsgirêkên xwe bi çekan çareser bikin." Demîrtaş banga xwînsarî û berpirsyariyê li malbatan kir.

Hevserokên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, li gel Şaredaran, Nûnerên Rêxistinên Civakî yên Sivîl û heyetek ji BDP'ê, çûn sersaxiya xizmên 8 kesên ji malbata Tekîn û Ûgûrlayan ên li gundê Çîftlîbahçe Yê Hezroyê di pevçûnê de hatin kuştin.

Demîrtaş û Kişanak ên li navçeya Bismilê ji aliyê partiyiyan ve hatin pêşwazîkirin, çûn serdana sersaxiya Malbata Ûgûrlûyan ê 4 ferdên xwe wenda kiriye. Heyetê, li Mizgefta Gundê Ûlûturkê ji mezinê malbatê Abdûrrahman Ûgûrlayan û ferdên din ên malbatê re sersaxî xwest. Abdûrrahman Ûgûrlayan ji heyetê re got, "Hûn bi xêr hatine. Li ser serê me cihê we heye. Em vê meselê êdî ji we re dihêlin. Weke partî hûn çi bikin, çi biryarê bistînin, emê li gorî wê tevbigerin."

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî xemgîniya xwe ya ji ber bûyerê anî ziman û diyar kir ku di demên dawî de bi awayekî anormal di pevçûnên nava malbatan de zêdebûnek rû daye û ji bo balê bikşînin ser vê rewşê û sersaxiya malbatê bikin, ew li gel Rêxistinên Civakî yên Sivîl hatine. Demîrtaş got, "Em pevçûna navbera malbatan de qebûl nakin. Sedema wê çi dibe bila bibe, di şûna axaftin û diyalogê de em naxwazin ku mirov hewl bidin pirsgirêkên xwe bi çekê çareser bikin. Weke partî em hewl didin pirsgirêkeke 100 salan bi axaftin û diyalogê çareser bikin. Di rewşeke ku me pevçûnên ji ber şer ji sedî sed rawestandine de, em pevçûnên navbera malbatan de qebûl nakin. Di rewşeke ku em hewl didin aştiyê têkûz bikin de, nayê qebûlkirin ku gelê me li hemberî hev çekê bikar bîne. Divê em pirsgirêkên xwe bi axaftin û diyalogê çareser bikin. Di vê mijarê de partiya me di xizmeta gelê me de ye. Komîsyonên aştiyê yên partiya me hene. Bi serlêdana li komîsyonên me re, pirsgirêk bêyî pevçûnan dikarin werin çareserkirin."

Piştî serxweşiya li Bismilê, Demîrtaş û heyeta pê re ji bo biçe serdana sersaxiyê ya Malbata Tekîn, ket ser rêya Hezro.