Demîrtaş: Şandeya Îmraliyê amade ye, dora hukûmetê ye

Demîrtaş: Şandeya Îmraliyê amade ye, dora hukûmetê ye

Rêxistina BDP'ê ya Wanê kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş, diyar kir ku ew wekî BDP'ê amade ne ku biçin Îmrahiyê û êdî dora hukûmetê ye. Demîrtaş,  destnîşan kir ku wan lîsteya navan a heyeta biçe Îmraliyê ji hikûmetê re pêşkêş kiriye û wiha got: "Me hefteya borî got heyeta me amade ye. Niha dora hikûmetê ye. Heyeta me amade ye. Lê hikûmet ne amade ye. Ger ku gav nehatibe avêtin sûc ê hikûmetê ye.

Rêxistina BDP'ê ya Wanê bi tevlêbûna Hevserokê Gişti yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş li salona dawetê Dîren Eren 3'emîn Kongreya xwe ya Bajar pêk anî. Li salona kongreyê rengên kesk, sor û zer hatin xemilandin. Wêneyên 3 jinên kurd û pankartên "Qatilen Parîsê dê hesap bidin", "Bila tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe", "Ne şer aştî, ne mirin çareserî" û "Em têkoşîn kurdên Sûriyeyê silav dikin" vekirin.

Girseya tevlî konferansê bûn bê navber sloganên "Bijî Serok Apo" qêriyan. Hevserokê Gişti yê BDP'ê Selahattin Demirtaş, Endama Lijneya Rêveberiya Navendî  (LRN) ya BDP'ê Necla Yildirim, Endam û rêveberên Navendi yên BDP'ê, şaredarên herêmê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Endamê Meclîsa BDP'ê Îhsan Coşkun, diyar kir ku bedelê wê çi dibe bila bibe dê azadiya gelê kurd bi dest bixin.

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş, jî anî diyar kir ku wan lîsteya BDP'ê ya biçe Îmraliyê pêşkêşî hikûmeta AKP'ê kirine û wiha got: "Em amade ne ku biçin Îmraliyê. Hefteya borî me lîste da hikûmetê û niha dor a wan e. Em li benda bersîva hikûetê û Wezîrê Dadê ne. Ger ku xetimandinek hebe jî ji ber AKP'ê ye."

Demîrtaş bi bîr xist ku niha bi hezaran siyasetmedarên kurd dîl hatine girtin û Şaredar Bekîr Kaya yek ji van dîlan e. Demîrtaş silavên xwe ji Bekîr Kaya û hemû girtiyan re şand. Demîrtaş, diyar kir ku zilmek mezin li ser gelê kurd heye û wiha berdewam kir. Yê partiya me anîye heta îro gel e. Ger ku li holê berxwedanek hebe ji aliyê gel ve pêk hatiye. Li pişt me tu dewlet û hêzên din tune. Li pişt me hêza gelê me heye.

'ÊDÎ TEMA XAPANDIN Û MIJÛLBÛNÊ ÇÛ'

Demîrtaş, da zanîn ku êdî polîtîkayên xapandin û mijûlbûnê encam nastîne û wiha got: "Em vê pevajoyê ji ber gavên Birêz Ocalan bi qîmet dibînin. Heta niha hikûmeta AKP'ê tu gavên şênber navêtine. Ji ber baweriya me bi Birêz Ocalan tê em girîngiyê didin vê pêvajoyê. Di vê mijarê de fedekariya gelê me û tevgera me ji aliyê her kesî ve tê dîtin. Ji bo ku me got bila bi Birêz Ocalan re hevdîtin bikin em hatin girtin. Ji ber bedelan îro ev gav tên avêtin. Lê ne hewce bû ji bo ev gav bên avêtin vê êşê bi me bidin jiyandin. Êdî dema xapandinê derbas bûye. "

'DIVÊ ÊDÎ PIRSGIRÊK ÇARESER BIBE'

Demîrtaş, da zanîn ku êdî divê pirsgirêk çareser bibe û dem dema çareseriyê ye. Demîrtaş xwest berî her tiştî hikûmet dest ji zimanê xwe yê aloziyê berde û gavên şênber ên çareseriyê bavêje. Demîrtaş, anî ziman ku heyeta wan a biçe Îmraliyê ji hefteya borî de amade ye û li benda gavên hikûmeta AKP'ê ne.

BI RIHÊ SERHILDANÊ TEVLÎ 15'Ê SIBATÊ BIBIN

Demîrtaş, diyar kir ku operasyon, girtin û komkujî berdewam dikin û nemimkune ku baweriyê bi samîmiyeta hikûmetê bînin. Demîrtaş, anî ziman ku helwesta hikûmetê ji cidiyetê dûr e. Demîrtaş, da zanîn ku divê êdî ya hikûmet dixwaze bike ji raya giştî re parve bike û wiha got: "Bila hikûmet nebêje gelê kurd baweriyê bi wan tîne û li cem wan e. Ji vî gelî re 2 gotin têrê nakin. Bi hezar di girtîgehan de rehîn girtîn e. Hêj dê mirov ji ber gotinên xwe bên girtin. Tu kes ji vê yekê bawer nake. Em ji ber siyaseta AKP'ê na em ji ber sekna gelê xwe ya bi biryar û bêvajoya Birêz Ocalan bimeşîn e bi bawer in." Demîrtaş bal kişand ser 15'ê sibatê û wiha axivî: "Divê gelê me di 15'ê Sibatê de derbikeve qadan û komploya navneteweyî şermezar bike û li cem serokatiya xwe cih bigire."

'DIVÊ KOMKUJIYA PARÎS BÊ ZELALKIRIN'

Demîrtaş bal kişand ser qetilkirina 3 jinên kurd ên li Parîsê û ji bo pêvajo bi awayekî baş pêk bê divê kiryar û hêzên li pişt kiriyar bên derxistin. Demîrtaş xwest ku gelê kurd bibe yek û li dora rêveberên xwe bibe xeleq. Demîrtaş, da zanîn ku li ser Wanê siyaseta AKP'ê berdewam dike û wiha axivî: "Tu bajarên qasî Wanê siyaset û komplon li ser heyî tuneye. Lê kesên van lîstîkan dilîzîn encex Wanê di xevna xwe de bibînin. Êdî dê xevnên bibin kabus. Kesên dixwazin Wanê bi siyasetê dest bixin dê winda bikin. Ya girîng dilê gelê Wanê qezenckirin e. Em di dilê vî gelî de ne. Em li dû dengan na li dû heskirina dilan in. Em dixwazin gelê Wanê bi rihê berxwedan û têkoşîna Serêkaniyê tevbigere."

'EM WEKE HEVSEROK JI BO BIÇIN ÎMRALIYÊ AMADE NE'

Demîrtaş, destnîşan kir ku di nav partiyê de tu nîqaşên navan tunene û wiha pê de çû: "Em weke hevserok ji bo biçin girevê amade ne. Ji bo hevdîtinê û tevkariyê bidin pêvajoyê em amade ne. Heyet piştî me vê pêvajoyê bimeşîne heye. Hemû wekîlên me ji bo vê pêvajoyê bimeşînin amade ne. Di nava me de nîqaşa nav tuneye. Ji bo me kes na sazî hene. Em bi awayekî sazîbûn nêzîkî vî karî dibin."

Demîrtaş bal kişand ser darizandina siyasetmedarên kurd ên Şaredarê Wanê Bekîr Kaya jî di nav de û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Bawer bikin li ser vî bajarî her cure lîstîk û tezgeh pêk tê. Li vir armanc BDP'ê tasfiye bikin e. Lê li gel van lîstîkan vî gelî li berxweda û destûr neda. Ev gel teslîm nebû. Ligel van tezgehan ev gel belavnebû û ji ber vê yekê ketin nava panîkê. Dê hêj bêtir jî panîk bibin. Di şexsê Bekîr Kaya de ev gel hate darizandin. Li salona dadgehê gelê Wanê rûnişt. Lê nekarin bidarizînin. Bekîr Kaya û hevalên wî ew darizandin. Ji ber sekana wan a bi rûmet em wan pîroz dikin. Ji ber vê yekê di dadgehê de kî dadger û kî bersûc ne diyar bû. Ji ber ku hevalên me bersûc nîn in. Xwestin gelê Wanê bidarizinîn. Lê hevalên me ev yek belevajî kirin."

Demîrtaş, herî dawî bang li gelê Wanê kir ku li dora rêveberiya nû bibin xeleq kir.

Piştî axaftinan bi yek lîsteyê hilbijartin pêk hat û Musa Îtah ji serokatiya bajar re hate hilbijartin û A. Bakî Erdal, Egît Ararat, Atîlla Kumlu, Ayfer Kizil, Azîm Yacan, Fîgen Yaşar, Gulbahar Çîmen, Herdem Acar, Îsmet Tan, Kaniye Şeker, Leyla Işik, Miyeser Uras, Nurettîn Demîr û Servet Ozkan jî ji rêveberiyê hate hilbijartin.