Demîrtaş sibê diçe DYA

Demîrtaş sibê diçe DYA

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ji bo hin hevdîtin û danûstandinan bike sibê diçe Washingtonê.

Di hevdîtinên li Washingtonê de wê Alîkarê Hevserokan ê ji Têkiliyên Derve Berpirsyar Nazmî Gur û Nûnerê HDP'ê yê Washingtonê Mehmet Yuksel li gel Demîrtaş amade bin.

Demîrtaş û heyeta pê re di çarçoveya danûstandinan de wê bi nûnerên Wezareta Karên Derve ya DYA û Hikûmeta DYA re hevdîtinê bikin û beşdarî civîna li saziyeke ramanî ya bi navê Centger For Amerika Progressê bibin.

Heyet wê tevlî konferansa bi navê "Li Rojhilata Navîn Realîteya Nû ya Kurd" a 26'ê Îlonê ji aliyê Nûneriya HDP'ê ya Washingtonê ve cara duyemîn bê organîzekirin bibe û wê bi saziyên Kurd ên li Washington û San Franciscoyê jî civînên gel lidar bixe.

Bernameya Heyeta HDP'ê ya li DYA wê di roja 1'ê Cotmehê de bi dawî bibe.