Demîrtaş û Kişanak: Berpirsyar hikûmet e

Demîrtaş û Kişanak: Berpirsyar hikûmet e

Hevserokên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak der barê biryara 5. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya "redkirina daxwaza berdanê" de gotin, "Biryar siyasî ye. Biryareke ku mafê siyaseta demokratîk û vîna gel ji nedîtî ve tê ye. Li hemberî vê biryara ku xizmetê ji pêvajoya çareseriyê nake û dikare pêvajoyê bixetimîne, em bang li hikûmetê dikin ku xwedî li wezîfeya xwe derkeve û samîmî be."

Di daxuyaniya nivîskî ya bi mora Demîrtaş û Kişanak de hat ragihandin ku biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a der barê Mûstafa Balbay de hatiye dayîn, bêyî şik û gumanê ji bo giştî derbasdar e û hat gotin: "Ev biryar fermanê dide ku divê hemû kesên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin, werin berdan. Îdare û dadgerî bê şert û merc neçar in li gorî vê biryarê tevbigerin. Parlamenterên me yên girtî: Birêz Hatîp Dîcle, Birêz Îbrahîm Ayhan, Birêz Selma Irmak, Birêz Faysal Yildiz, Birêz Kemal Aktaş û Birêz Gulseren Yildirim ti ceza nexwarine. Darizandina parlamenterên me li dadgehên herêmî dewam dike. Tawanbariya li wan tê kirin jî, meşandina siyasetê ye. Ev yek jî di çarçoveya azadiya raman, rêxistinbûyîn û siyasetê de ye.

Lê belê tevî vê jî wekîlên me û siyasetmedarên din ên girtî bi salane mîna dîlên siyasî li girtîgehan tên ragirtin û bi vî rengî tên cezakirin. Eger mirov dema ragirtinê li ber çavan bigirin, ger parlamenterên me ceza bixwin jî li gorî vê dema ragirtinê, ew ceza ji mêj ve temam bûye. Di çarçoveya van hemû rastiyan de pêwîste bû biryara Dadgeha Destûra Bingehîn bê nîqaş bicih bihata anîn, lê mixabin 5. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê daxwaza berdana parlamenterên me Yên girtî Birêz Îbrahîm Ayhan û Birêz Gulser Yildirim bi piraniya dengan red kiriye. Ev biryar bi awayekî berçav, skandaleke hiqûqê ye, cotstandartî ye. Li Stenbolê hiqûqeke cuda li Amedê hiqûqeke cuda tê meşandin. Bernedana wekîlên me hewldanek ji bo xetimandina rêyên siyaseta demokratîke, nedîtina vîna bi sedhezaran mirovan a demokratîk e."

‘EM BANG LI HIKÛMETÊ DIKIN KU XWEDÎ LI WEZÎFEYA XWE DERKEVE’

Demîrtaş û Kişanak ragihand ku ev biryar xizmetî pêvajoya çareseriyê nake, di ser de dikare pêvajoyê bixetimîne û banga wezîfe û samîmiyetê li hikûmetê kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hevparê siyasî yê vê biryara vîna gel binpê dike, hikûmet e. Hikûmet bi gotina 'karê dadgeriyê ye' nikare xwe jê rizgar bike. Biryara operasyona siyasî ya ku tevî wekîlên me nêzî 10 hezar siyasetmedarên me xist girtîgehê, hikûmetê daye. Hemû qanûnên van girtin û dema dirêj a ragirtinê ji aliyê Hikûmeta AKP'ê ve hatine derxistin. Dadgehên bi Erka Taybet, di dema Hikûmeta AKP'ê de hatine avakirin. Dadger û dozger jia liyê vê hikûmetê ve hatine wezîfedarkirin. Lewma ev pêkanîn ne ya çend dadgeran a hikûmeta AKP'ê ye."

HIKÛMET BERPIRSYAR E

Hevserokan ragihand ku hikûmeta AKP di heman demê de ji darizandinên siyasî berpirsyar e û gotin, "Divê ve skandala hiqûqê, ev cotstandartî tavilê bidawî bibe. Pêwîste dadgerî li hemberî vê cotstandartiyê biryara xwe careke din di ber çavan re derbas bike, li gorî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn tevbigere û êdî hiqûqê binpê neke.

Pêwîste wekîlên me yên girtî û hemû siyasetmedarên me tavilê bên berdan, dawî li vê dîlgirtina siyasî bê anîn. Em dixwazin her kes bizanibe, ku weke BDP ji bo me zehmet e ku pêvajoyê bi vî rengî bimeşînin. Emê li pêşberî vê biryarê ti carî bêdeng nemînin. Gelê me dê li qadan bersiva herî baş bide vê biryara vîna wan ji nedîtî ve tê."