Demîrtaş û Tûglûk li qada mîtîngê ne

Demîrtaş û Tûglûk li qada mîtîngê ne

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk xwe gihandin Parka 5 Şitil a Serêkaniya ser xetê, ku wê lê "Nobeda Aştiyê" were girtin. Demîrtaş û Tûglûk ji aliyê bi hezaran kesî ve bi dirûşman hatin pêşwazîkirin. 

Ji bo beşdarî "Nobeda Aştiyê" ya ji bo piştgirîdayina Rojavayê Kurdistanê ya li Serêkaniya ser xetê bibin, Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk gihaştin cihê mîtîngê Parka 3 Şitil.

Bi hezaran kesî Demîrtaş û Tûglûk bi dirûşman pêşwazî kirin.

Di vê navberê de tengezariya ji ber êrîşa polîs û leşkeran a li konvoya gel rû da, dewam dike.