Demîrtaş: Weke hêştirmeyê serê xwe nexe nav xîzê!

Demîrtaş: Weke hêştirmeyê serê xwe nexe nav xîzê!

Hevserokê BDP’ê Selahdîn Demîrtaş di mitînga ku BDP’ê li Çewlikê li darxist de axivî û zimanê Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan ê tehrîkwarî yê di demê pêvajoya çareseriya demokratîk de rexnekir û got: "Birêz Ocalan dê di hucreya xwe ya 13 metrekareyî de bihurmet biaxive, tu dê rabî li qadan bêjî ‘serkêşê terorîstan’. Ev gel vê qebûl nake. Pêwîste ev têgehiştin werin guhertin, ji ber ku aştî karê egîdane. Li rexmî ku hemû cîhan dizane tu bi Birêz Ocalan re hevdîtinê dikî, weke hêştirmeyê (deve kuşu) te serê xwe xistiya nava xîz de.”

BDP’a Çewlikê li ber avahiya xwe mitîngek li darxist. Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş, Wekîlê Koma BDP’ê û Parlementerê Çewlikê Îdrîs Balûken, Parlementera BDP’ê ya Amedê Nûrsel Aydogan, endamê MP BDP’ê Zekî Koç, Serokê BDP’a Elezîzê Tûran Çelîk, li gel şaredarên Hênê û Kocakoyê bi hezaran welatî tevlî mitîngê bûn. Di mitînga ku bênavber sloganên “Bijî Serok Apo”, “PKK gele, gel li vire”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Ji Ocalan re azadî” qîrkirin, Îdrîs Balûken axivî û got: “Gelê Çewlikê bi salane li benda çêkirina rêyekê ye. Çewlik anîne rewşek wisan bihêle wesayît mirov jî nikarin rêve biçin. Bikurtasî hikumeta AKP’ê di 10 salan de gelê Çewlikê anî rewşek wisan ku muhtacî dilopek avê û nefesek hewaya temîz kirin.”

‘AŞTÎ KARÊ EGÎDA NE’

Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş axaftina xwe bixwendina peyama di hevdîtinên li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk anî de destpê kir. Demîrtaş di hevdîtina li gel Ocalan de balkişande ser zimanê bihurmet yê Ocalan ku li gel muxatabên xwe bikartîne û got: “Dema ku em hevdîtinê li gel Birêz Ocalan pêktînin, ji bo Recep Tayîp Erdogan jî û ji bo Abdullah Gul jî peyva ‘birêz’ kartîne. Ev nîşaneyek ya rêzdayîna muxatabên xwe ye. Serokwezîr dema derdikeve qadan dibêje ‘serkêşê terorîstan’. Em siyasetê bihêlin cihekê, dema ku em di milê mirovî û nirxên mirovî de temaşe dikin, em dê vê li kuderê bicih bikin. Birêz Ocalan dê di 13 metrekareyan de bihurmet biaxive, tu derdikevî qadan dê bêjî ‘serkêşê terorîstan’. Gel vê qebûl nake. Pêwîste ev têgehiştin bêne guhertin, ji ber ku aştî karê egîdane. Li rexmî ku hemû cîhan dizane tu bi Birêz Ocalan re hevdîtinê dikî, te weke hêştirmeyê serê xwe xistiye nava xîz de. Dibêjî qey xebera tu kesê ji vê nîne. Ger cîhan hemû dizane, wê demê tu jî hinekê rihet bibe. Pêwîst nake tux we veşêrî, ew qas bitirsî. Ev normale. Tişta anormal çek û bombeyên li bajar û çiyan diteqiyan bûn. Pêwîste hûn êdî vê qebûl bikin.”

LI HEMBER GOTINÊN ARINÇ BERTEK

Demîrtaş derbarê mafê perwerdeya zimanê dayîkê de jî axivî û diyarkir ku, perwerdeya zimanê dayîkê mafekê xwezayî ye û bertek nîşanî gotina Alîkarê Serokwezîrê Tirk Bulent Arinç ya “Yê perwerdeya zimanê dayîkê dixwaze bila biçe Bakûrê Iraqê” da. Demîrtaş anî ziman ku, “Ez ji vir bang li berdevkê hikumetê dikim. 25 salan te perwerde bi zimanê dayîka xwe dîtiye, lê li te nehatiye. Fêrî Kurdî bibe belkî ew kêrî te bê. Heta du peyvên Dimilkî fêr bibe bila asoya te vebibe.”

Demîrtaş derbarê AKP’ê û faliyetên Şaredariya Çewlikê ya AKP’ê axivî û ev tişt gotin: “Partiyek xizmeta gel bike, ev nabe cihê pesin dayînê. Ji xwe ev karê yekem yê partiya ne. Çêkirina rê, av û kanalîzasyonan peywirên bingehîn ên şaredariyanin. Me ev di hemû şaredariyê xwe de pêkanîn. Yên ev nekirine hene. Li rexmî ku Çewlikiyan dengên xwe dane AKP’ê jî, di aliyê pêşketin û razemendiyê de li Tirkiyeyê yek ji bajarên herî paşde mayî ye.”