Demîrtaş: Ya girîng rêxistinbûyîn e
Demîrtaş: Ya girîng rêxistinbûyîn e
Demîrtaş: Ya girîng rêxistinbûyîn e
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş li merasîma vekirina Nûnertiya BDP'ê ya li Taxa Înonu ya navçeya Karşikayayê peyivî û destnîşan kir ku bi bawerbûna ji AKP'ê demokrasî nayê. Demîrtaş got, "Yên ku di çavên Tayyîp Erdogan de li demokrasiyê, di gotinên wî de li azadiyê bigerin, wê bixapin. Divê em ji hêza xwe piştrast bin û bi rêxistinbûyîna li her devrea welêt, xebatên xwe bimeşînin."
Li Taxa Înonu ya navçeya Îzmîr Karşiyakayê, Nûnertiya BDP'ê hat vekirin. Di merasîma vekirinê de li odeya salonê pankarta bi nivîsa ‘Ji 15’ê Tebaxê heta Şoreşa Rojava’ û ‘Hûn bûn stêrkên şevên tarî’, wêneyên sê siyasetmedarên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan û wêneyê yek ji pêşêngên PKK’ê Mazlûm Dogan hat daliqandin. Di vekirina nûnertiyê de gelek welatî û Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, parlamenterê BDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, endamê Meclîsa Komîteya Rêveber a BDP’ê Hayrî Ateş û endamên Meclisa BDP’ê amade bûn.
Ji bo vekirina nûnertiyê gelek welatî li ber Muxtariya Kolana Înonu hatin cem hev û heta nûnertiyê meşiyan. Di meşê de girseyê dirûşmên ‘Ciwan fedayiyê Rêber Apo ne’ , ‘Bê Serok jiyan nabe’ , ‘Qatil El Nusra hevkar AKP’ , ‘YPG lêdixe Kurdistanê ava dike’ berz kirin. Piştî ku girseyê gihîşt cihê nûnertiyê ji bo şehîdên şoreşê deqeyekê rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê parlamenterê BDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder axivî. Onder di axaftina xwe de balkişand ser yekitiya Kurdan û got: “Kesê ku piştgiriya hev bikin ji wan re xizantî çênabe. Kesên ku piştgiriya hev bikin li ser wan zilm pêk nayê. Kesên ku piştgiriya hev bikin zordestî ne xema wan e. Piştgirîgirtina hev û yekitî vîneke.”
‘XWE BIRÊXISTIN BIKIN'
Piştî Onder Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş axivî. Demîrtaş da zanîn ku tişta ku BDP’ê dike têkoşîn û sekna gel e. Demîrtaş destnîşan kir ku ew vekirina nûnertiyê bi watedar dibîne û wiha got: “Karê herî sereke di kolan û taxan de ye. Kesê ku pirsgirêka vî gelî çareser bike hûn in. Em ê bi hev re têbikoşin û em ê bi hev re rizgariyê pêk bînin.”
Demîrtaş diyar kir ku bi bawerbûna AKP’ê demokrasî nayê Tirkiyeyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kesên ku di çavên Serokwezîrê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan de demokrasî û di gotinên wî de li azadiyê bigerin dê bixapin. Divê em baweriya xwe bi hêza xwe ya rewa bînin û li her deverê welat xwe birêxistin bikin û xebatên xwe jî wiha bidomînin. Sindoq her tişt nîn e. Koltix her tişt nîn e. Tişta herî girîng xwe birêxistinkirin e.”
Piştî axaftinan nûnertiya BDP’ê hat vekirin.