Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş serdana xwe ya Awustralyayê didomîne. Demîrtaş bi Parlamentoya Federal a Awustralyayê û ji Parlamentoya Eyaleta Vîctorîa jî bi serokên partî û senatoran re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinan de Demîrtaş diyar kir ku pirsgirêka kurd pirsgirêkeke navnetewî ye û xwest Awustralya di çareseriya pirsgirêka kurd de hewl bide.
Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş di çarçoveya gera xwe Awustralyayê de li bajarên Canberra û Melbourne bi parlamenteran re hevdîtin kir. Demîrtaş 27’ê mijdarê li Parlamentoya Federal a Awustralyayê ya li Canberrayê bi berpirsên Tirkiye, Rojhilata Navîn, Bakûr û Başûrê Ewropayê ya wezareta Karê Derve a Awustralyayê re hate cem hev.
Demîrtaş di civînê de destnîşan kir ku di astekê de pirsgirêka kurd hemû cîhanê eleqeder dike û wiha got: “Di serdemeke ku global dibe de tu pirsgirêk nekare bibe herêmî. Ji bo çareseriya pisgirêka kurd piştgiriya navnetewî hewce ye.” Demîrtaş di gotinên xwe de balkişand ser têkiliyên Awustralya û Tirkiyeyê û got divê Awustralya di çareseriya pirgirêka kurd a demokratîk de bikeve nav hewldanan.
Rayedarên Wezareta Karê Derve jî ji Demîrtaş der barê pêvajoya amadekirina makeqanûna nû û geşedanên Suriyeyê de agahî girt. Demîrtaş wiha got: “Kurdên Suriyeyê xweseriyê dixwazin. Ne piştgiriyê didin Esad û ne jî didin muxalîfan. Armanca kurdan ew e ku bi hemû gelan re bi hev re bijîn.”
Demîrtaş piştre bi endamên Komîsyona Mafê Mirovan a Parlamentoya Federal re hevdîtine kurd kir û der barê binpêkirinên mafan yên Tirkiye û Kurdistanê de agahî da.
Di hevdîtina bi Seroka Partiya Keskan Senator Christine Milne re jî têkoşîn, bername û feraseta siyasî ya BDP’ê hat rojevê. Demîrtaş bal kişand ser qetilkirina xwezayê û xwest partiya Keskan piştgiriyê bide mîrateya dîrokî ya Kurdistanê a di tehdîdê ye. Mîlne jî got ku wan der barê Heskifê de name şandine rayedarên Tikriyeyê û ji bo vê hewl didin.
ÇÛN SERDANA PARLAMENTOYA EYALETA VÎCTORÎA
Demîrtaş duh jî çû Parlamentoya Eyaleta Vîctorîa ya li bajarê Melbourne. Bi Serokê meclisa Parlamentoya Eyaletê senator Bruce Atkînson û senatorên Partiya Keskan Greg Barber û Colleen Heartland re hevdîtin kir.
Demîrtaş diyar kir ku têkiliya Awustralya û Tirkiyeyê ji şerê yekemîn yê Cîhanê şûnde dest pê dike û diyar kir ku ew pişgiriyê didin têkiliyên baş. Demîrtaş wiha got: “Hikûmeta Awustralya divê di çareseriya pirsgirêka kurd de têkiliyên xwe yên baş pêk bîne. Pisgirêka kurd ya li Tirkiyeyê ku rê li bedelên mezin vekiriye ne dîtîve nayê dîtin. Di vê serdema globalîzmê de di rewşa ku pisgirêk bi demokratîk bên çareserkirin dê aştiya mayîn de pêk were.”
Demîrtaş bal kişand ser zextên li ser BDP’ê û da zanîn ku 36 parlamenter û 100 şaredariyên wê hene û got ku nêzî 8 hezar endamên BDP’ê girtî ne.
Demîrtaş heman rojê êvarê li Navenda Çanda Anatolya ya Melbourne beşdarî xwarina ku bo wî hat dayîn bû. Serokê Komeleya Kurdistaniyan a Vîctorîa Bahoz Deger û nûnerên KNK’ê yê Melburne Mîrza Ulus jî ligel Demîrtaş çûn.
Demîrtaş îro jî dê li bajarê Sydney gelek serdanan pêk bîne.