Dengdanên hêzên pêşmerge û asayîşê bidawî nebûn
Dengdanên hêzên pêşmerge û asayîşê bidawî nebûn
Dengdanên hêzên pêşmerge û asayîşê bidawî nebûn
Li Herêma Federal ya Başûrê KUrdistanê îro di çarçoveya hilbijartinên 21’ê Îlonê de hêzên pêşmerge û asayîşê dengê xwe bikaranîn. Dengdanên ku diviyabûn di demjimêr 07:00’ê destpê bikin û heya 17:00’an bidawî bibin, li herêmên Soran û Dihokê pir giran dimeşin.
Di çarçoveya hilbijartinên 21’ê Îlonê ên Herêma Başûrê Kurdistanê de îro hêzên pêşmerge û asayîşê dengê xwe bikaranîn. Dengdanên ku di demjimêr 07:00’an destpê kirin û diviya bû heya 17:00’an bidawî bibin, lê gorî agahiyên ji herêmên Soran û Dihokê hatine girtin deng dan neqediyane û li gorî agahiyên hatine girtin, ji ber vê çendê lijneya bilind a hilbijartinê demjimêrek din li ser dirêj kiriye.
Dîsa li devera Çoman jî tê gotin ku, cîhaza elektronîk a yekemîn car di vê hilbijartinê de tê bikaranîn xirab bûye û ji ber vê jî gelek hêzên asayîşê ji bo dengên xwe bidin kom bûne.