Deniz: Divê hemû Kurd azadiya Mexmûr ji xwe re mînak bigre

Deniz: Divê hemû Kurd azadiya Mexmûr ji xwe re mînak bigre

Hunermend Onder  Deniz da diyarkirin ku, azadiya ku li Wargehê heyî li tu deverên cihanê  nîne, ji ber vê yekê jî dema ku mirov tê wargehê hestekî cuda bi mirov re çê dibe. Onder li ser vegerandina Hevserokê PYD’ê Salih Muslim jî destnişan kir ku,  ev yek xizmeta gelê Kurd nake û cihê şermezar kirinê ye.

Hunermend Onder Deniz li ser hatina xwe ya 6’mîn Mîhrîcana Şehîd Bêrîtan ya li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî û mijarên di rojevê de ne dîtinên xwe ji ajansa ANF’ê re vegot.

Onder li ser hatina xwe ya wargehê got, her cara ku ez têm wargehê hestekî cudatir bi min re çêdibe û wiha got. “Azadiya li vê derê ji ya derên din cudatire. ji ber ku em li benda azadiyê ne, dema ku em tên vê derê em azadiyê dibînîn. Ji ber vê yekê jî dema mirov tê Wargehê  hestekî gelek cuda û xweş li gel mirov çêdibe. Hêvî dikim ku sîstema li vê derê hatî rûnişkandin li her derê Kurdistanê  bê bi cih kirin. Ev der ji her derên cîhanê cudatire.”

LI ROJAVA ŞERÊ QIRÊJ TÊ MEŞANDIN

Onder Deniz dîtinên xwe yên di derbarê şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jî vegot û da dayir kirin ku, di warê şoreşa Rojavayê Kurdistanê de barekî giran di keve li ser milê her kurdekê û wiha pêde çû: “Ji bo Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de barekî giran di keve li ser milê her kurdekê, netenê hunermend, ji ber ku şerekî gelek qirêj li wê derê tê meşandin. Ji aliyê hêzên wek El Nursa, El Qaîdê ve li ser gelê Kurd êrîşên dijwar tên meşandin. Her kes baş dizane ku, ev çetane alîkariyê ji Tirkiyeyê digrin. Niha têkoşîna ku li wê derê tê meşandin ji bo azadiya gelê Kurdistanê ye. Em baş dizanîn ku, azadiya Rojava bandoriya xwe li parçeyên din yên Kurdistanê jî dike. Lê belê tişta herî xirab li vir ewe ku, di nava wan komên çete de gelek Kurd jî cihê xwe di nav de digirin. Ez vê yekê şermezar dikim. Di çin di nava çeteyan de bi gelê xwe re şer dikin. Her wiha ez ji şervanên YPG’ê re serkeftinê dixwazim.”

Onder da diyar kirin ku, divê hunermend bi stran û awazên xwe êş, hest û şerê  gelê xwe bi din jiyan kirin. Bi teybetî divê hunermend li herderê xwedî derbikevin.

GELÊ KURD GIHAYE QONAXEKÎ NÛ

Onder anî ziman ku, gelê Kurd di qonexên girîng re derbaz dibin û wiha dom kir: “Gelê Kurd gihaye qonexekî nû, ji ber vê jî azadî nêze. Lê belê di nava gelê me de hîn hin kes hene xwedî li vê yekê dernakevin. Ji bo vê ji banga min ewe ku hemû Kurd xwedî li Têkoşîna Gelê Kurd derbikeve û xwedî li saziyên xwe derkevin. Da ku hîn xurttir xebata azadiyê bê meşandin.”

BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BI NÊZÎKATIYÊN XWE XIZMETÊ JI DIJMIN RE DIKE

Onder balkişand li ser astengkirina Hevserokê PYD’ê Salih Muslim û da zanîn ku, hêzên Başûrê Kurdistanê ne tenê Birêz Salih Muslim vegerandiye her wiha çend caran hunermendên me ji Bakûr û Ewrûpa hatine  zivirandine, ji ber vê helwesta wan, em şermezar dikim û axaftinên xwe wiha bi dawî kir: “ Carna mirov dibêje ku Başûrê Kurdistanê azad bûye lê carna wisan xuya dike ku ne azade, li gorî daxwaza hêzên derve dimeşe. Diviya bû ku tiştên wiha rû nedaban. Madem em dibêjin em hemû Kurdin û Kurdistan yeke çima mirov hunermend û siyasetmedarên xwe vegerîne, nehêle bên Kurdistanê. Ev yek cihê rexneyê ye. Em di bêjîn Kurdistana azad lê belê em Kurdistana azad tenê li Mexmûrê dibînîn. Em hîn azad ne bûne, ji ber ku em hîn dibin bandora xelkê de ne. Yanî Başûrê Kurdistanê hîn li gorî hêzên ji derve di meşin.  Ev tişt jî gelek xirab, ji ber vê jî pêwîste em hemû ji bo azadiya gelê xwe bi xebitin. Pêwîste ku em bi rastî azad bin. Ne tenê wek nav.”