Denîz Kaya: Em komploya 9’ê Cotmehê lanet dikin
Denîz Kaya: Em komploya 9’ê Cotmehê lanet dikin
Denîz Kaya: Em komploya 9’ê Cotmehê lanet dikin
Li ser navê girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê têkildarî 9’ê Cotmehê Denîz Kaya got, “Di salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê de ku di dîroka têkoşîna me de komploya herî mezin e bi hêrseke mezin em lanet dikin, di şexsê pêşengên fedayî şehîdên me yên çalakiyên “Hûn nikarin Roja me Tarî bikin”de tevayî şehîdên xwe bi bîr tînin.
Li ser navê girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê Denîz Kaya têkildarî “Komploya Navneteweyî” 9’ê Cotmehê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê hat derxistin, bi rêya malbatan daxuyaniyek da. Denîz di daxuyaniyê de diyar kir ku di dîroka her gelî de qonaxên dîrokî yên hem bi lanet û hem yên manewî û bi moral hene û wiha berdewam kir, "Di dîroka me de jî qonaxên wiha hene. Rojên bi lanet ku hêrsa me zêde dike, rojên ku nirxên me tên afirandin jî dibin hêza me ya ezm, biryardarî û meşa me ya azadiyê. Em di her şert û mercî de ji Rêber Apo hêz digirin, pêş dikevin û bi baweriya ku em ê di demeke kurt de bi Rêber Apo re bên cem hevdu ber bi azadiyê ve dimeşin. Em di qonaxeke girîng a dîrokê de Kongreya 11’emîn û ya fînalê ya partiya xwe silav dikin, dilsoziya xwe ya bi Rêbertî, partî û gelê xwe re nû dikin. Di salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ku di dîroka têkoşîna me de komploya herî mezin e bi hêrseke mezin em lanet dikin, di şexsê pêşengên fedayî şehîdên me yên çalakiyên ‘Hûn nikarin Roja me Tarî bikin’ de tevayî şehîdên xwe bi bîr tînin.”
'MILÎTANÊN APOCÎ BI ŞEWITANDINA BEDENA XWE DÎROKEKE BÊ EMSAL NIVÎSANDINE'
Daxuyanî wiha berdewam dike: "Hêzên navneteweyî li hemberî hêviya yekane ya gelê me Rêber Apo bi hev re komployek organîzekirin û gav bi gav kirin pratîkê. Xwestin gelê me bê Rêbertî bihêlin û statuya koletiyê bidin berdewam kirin. Lê belê Rêbertiya me bi xeta berxwedanê ya bi îradeyeke ku têk naçe komplo bêencam hişt. Di serî de kadroyên pêşeng ên fedayî û gelê me bi biryareke mezin beşdarî berxwedana Rêberê me ya li hemberî hêzên navneteweyî û dewleta dagirker a Tirk û qehremaniyeke ku mînakên wê kêm in derxistin holê. Milîtanê Apocî bi şewitandina bedena xwe dîrokeke bê emsal nivîsandine.”
'XWEDÎDERKETINA LI ŞOREŞA ROJAVA XWEDÎDERKETINA LIL KEDA RÊBER APO YE’
Di daxuyaniyê de ku behsa "Şoreşa Rojava” jî tê kirin ev xusûs hatin diyarkirin: "Di encama hewldan û keda Rêber Apo de gelê me yê Rojava di avakirina pêşeroja xwe û bi dawîanîna bêstatuyê de gihiştiye merheleya dawî. Ji ber vê sedemê xwedî derketina li Şoreşa Rojava xwedîderketina li keda Rêber Apo ye. Bi vê wesîleyê em careke din bang li gelê xwe dikin ku ji Şoreşa Rojava xwedî derkevin.”
Daxuyanî bi van sererêzan bi dawî dibe, “Şert û merc çi dibin bila bibin em jiyaneke bê Rêbertî qebûl nakin.Tenduristiya Rêbertiya me ji bo me girîng û jiyanî ye. Em komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê lanet dikin, em soz didin ku em ê wezîfeyên xwe yên li hember Rêbertî, şehîd, partî, gel û dîrokê bi cih bînin.”