Der heqê Komkujiya Roboskî de li Wanê kampanya îmzeyan destpê kir

Der heqê Komkujiya Roboskî de li Wanê kampanya îmzeyan destpê kir

Li Parka Feqiyê Teyran HDP'ê bi dirûşma "Di komkujiya Roboskî de em dadgeriya leşkerî naxwazin" standa îmzeyan vekir. Îmzeyên werin berhevkirin dê ji Serokkomar Abdullah Gul re werin şandin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şaxê Wanê, bi wesîleya komkujiya Roboskî ya 28'ê Kanûna 2011'an ku di encama bombebarana balafirên şer ên artêşa Tirk de 34 welatiyan jiyana xwe ji dest dan, daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Hevserokên HDP'ê yên Wanê Esen Gunay, Harûn Okay, Serokê BDP'ê yê Bajêr Mûsa Îtah, malbatên xizmên xwe di komkujiya Roboskî de windakirin û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl amade bûn.

Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Wanê Esen Gunay bibîr xist ku li gel di ser komkujiyê re 2 sal derbasbûne jî hînê berpirsyar nehatine aşkerakirin û cezakirin û got, "Hikûmet dest ji bicihanîna berpirsyariyên xwe berdin, mijarê li demê belav dike û hewl dide ser binixumîne."

Malbatên Kurdên li Roboskî hatin qetilkirin jî di axaftinên xwe de diyar kirin ku berpirsyarê komkujiyê hikûmeta AKP'ê ye û xwestin, berpirsyar werin cezakirin.

Li dû daxuyaniyê Li Parka Feqiyê Teyran bi dirûşma "Di komkujiya Roboskî de em dadgeriya leşkerî naxwazin" standa îmzeyan danîn û îmzeyên werin berhevkirin dê ji Serokkomar Abdullah Gul re werin şandin.