Der heqê parlamenterên BDP'ê de dê îro biryar bê dayîn

Der heqê parlamenterên BDP'ê de dê îro biryar bê dayîn

Der heqê serlêdana serbestberdana 5 parlamenterên BDP'yî de, tê payîn dadgehên darizandinê dikin îro biryarê bidin.

Piştî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a der heqê Parlamenterê CHP'ê Mûstafa Balbay ê bersûcê doza Ergenekonê, ku bi hinceta "Mafê hilbijartinê hatiye binpêkirin" û "Dema ragirtinê dema maqûl derbas kiriye" da, Balbay hat berdan. Niha jî bala her kesî li ser 5 parlamenterên BDP'ê yên girtî ne. Heman piştî aşkerakirina vê biryarê parêzerên Baroya Amedê ji bo parlamenterên girtî Faysal Sariyildiz, Kemal Aktaş û Selma Irmak serî li 6. Dadgeha Cezayê Giran û ji bo Îbrahîm Ayhan û Gulseren Yildirim jî serî li 5. Dadgeha Cezayê Giran dan.

Li ser serlêdana hat kirin, der heqê Parlamenterê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan de dozgeriyê bi hinceta "mafên hilbijartinê hatine binpêkirin" û "Dema ragirtinê dema maqûl derbas kiriye" ji bo serbestberdanê mutalaa pêşkêşî dadgehê kir.

Lê belê ji ber ku der heqê Gulseren Yildirim a li heman dadgehê tê darizandin de dozgeriyê hînê mutalaa pêşkêş nekiriye, dadgehê ti biryar neda.

Li aliyê din der heqê Faysal Sariyildiz, Kemal Aktaş û Selma Irmak ên li 6. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê tên darizandin de, ji bo serlêdana serbestbedana wan, dozgeriyê heta niha ti mutalaa pêşkêşî dadgehê nekiriye.

Ji ber ku dema kar qediya û mutalaa nehatin amadekirin biryar ji îro re hat hiştin û tê payîn 5. û 6. Dadgehên Cezayê Giran ên Amedê biryareke hevpar bidin.