Di çapemeniya Ewropayê de li ser greva birçîbûnê ku di zîndanên Tirkiyeyê û Kurdistanê de 68 roj dewam kir û roja şemiyê li ser bangewaziya Ocalan dawî lê hat, gelek şîrove hatin kirin. Yek ji van a herî balkêş di rojnameya Alman a Der Tagesspiegelê de cih girt. Rojname di nûçe-şîroveya xwe ya bi navê "Kurd û serokê wan Ocalan-Meziniya nayê dîtin" de bal kişand ser hêza Ocalan.
Nîvaskara rojnameyê Susanne Güsten li ser nobeta ji bo azadiya Ocalan ku li Stenbolê li taxa Gaziyê tê girtin çavdêriyên xwe wisa anî ziman: "Ji bo wî birçî dimînin, ji bo wî di sermaya dijwar de nobetê digrin. Nifşa nû ya Kurdan ji bo azadiya Abdullah Ocalan têkoşînê dimeşine."
Rojname her wiha cih da çîroka jiyana ciwanê Kurd ê bi navê Alî Bozkur ku ji bo Ocalan nobetê digire û van agahiyan da xwendevanên xwe: "Ew li gel ba û sermayê ev çend hefte ye ji bo Ocalan nobetê digire. Dema Ocalan hatibû girtin ew 10 salî bû û roja 16'ê Sibata 1999'an baş tê bira wî.”
'ZAROK HÊ 5 SALÎ FÊRÎ 'BIJÎ SEROK APO' DIBIN"
Rojnameya Alman Der Tagesspiegel diyar dike bavê Alî Bozkur li Amedê bûye qûrbanê kuştinekî kiryara wê nediyar û laşê wî piştî hefteyekî hatiye dîtin. Rojname bi berdewamî li ser çîroka jiyana Alî Bozkur van agahiyan dide:
"Bavê Alî niha najî. Lê belê bavê wî dema Alî 4-5 salî bû, lawê xwe fêrî nîşana serkeftinê û gotina "Bijî Serok Ocalan" kiriye. Malbata Alî cerdevaniyê qebûl nekiriye û ji ber vê jî hêzên dewletê gundê wan ê Farqînê şewitandiye. Alî wekî zarokekî penaber li Bismîlê mezûn bûye û her sibê neçar maye ku di dibistanê de merşên tirkî yên mîna 'Xweziya bi kesên dibêjin ez Tirk im' bêje.
Alî ji ber ku Tirkî nizanibûye di destpêka dibistanê de pir zor û zehmetî kişandiye. Herwiha dayîka wî jî Tirkî nizanibûye û wê nekaribûye li ser rewşa lawê xwe ji mamosteyan agahî werbigre. Alî piştî pola 3'an encex fêrî Tirkî bûye."