Dêra li gundê Zaz a Midyadê rastî serdegirtinê hat
Dêra li gundê Zaz a Midyadê rastî serdegirtinê hat
Dêra li gundê Zaz a Midyadê rastî serdegirtinê hat
Li gundê Zaz ê navçeya Mêrdîn Midyadê, rahîp û rahîbeyên li Dêra Mor Dîmet a Suryaniyan dijîn ev du meh in rastî gefên kesên nenas ve tên. Herî dawî 15 kesên bi 3 wesayîtan hatin xwestin bi zorê têkevin hundirê dêrê. Ji ber ku yên di dêrê de derî venekirin, kesên mijara gotinê nekarî bikevin hundir û bi gefa "emê we li vir nehêlin" ji gund derketin. Balkêşe ku êrîş, bi destpêkirina amadekariyên vegera li gund a Suryaniyan, rast hat.
Oldar û welatiyên Suryanî yên 20 kîlometre dûrî Midyadê li gundê Zazê dijîn, ev du mehin gefan dixwin. Kesên nenas ên hatin gund, xwestin bi zorê têkevin hundirê dêrê. Oldaran destûra vê nedan û li ser vê yekê kesên mijara gotinê gef xwarin û ji herêmê çûn.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, êrîşa destpêkê ya li hemberî dêra Mor Dîmek beriya du meh û nîvan rû da. 3 kesên nenas ên di nava hefteyekê de di demên cuda de dihatin gund û diçûn, derveyî daxwaz û destûra oldarên li dêrê dimînin, xwestin bikevin hundirê dêrê. Vê komê herçend êrîşeke fîzîkî nekir jî, gef xwar û ji gund veqetiya. Herçend haya jendermeyan ji bûyerê çê bû jî, heta niha hersê kes nehatine dîtin û girtin.
Herî dawî di şeva 17'ê Cotmehê de 15 kesên bi 3 wesayîtan hatin gund bi Kurdî, Tirkî û Erebî gef xwarin û bi gotina "emê we li vir nehêlin, nedin jiyîn" xwendin têkevin hundirê dêrê. Yên di hundurê dêrê de derî venekirin û li ser vê yekê koma êrîşkar bi gefxwarinan ji gund derket. Giliyê vê komê jî li jendermeyan hat kirin.
Suryaniyên ji ANF'ê ra axivîn bal kişandin ser dema êrîşan ku Suryanî xwe amade dikin ji gundê Zaz vegerin.
Suryaniyan ji ber êrîş û gefan, banga hişyarî û berpirsyariyê li rayedarên fermî, rêxistinên civakî yên sivîl û siyasetmedaran kirin û alîkarî ji wan xwestin.