Derbendixan ji bo Rojava meşiya
Derbendixan ji bo Rojava meşiya
Derbendixan ji bo Rojava meşiya
Komkujiya li Rojava û venebûna Deriyê Sînor ê Sêmalka, li bajarokê Derbendixan ê Silêmaniyê hat şermezarkirin. Di axaftinên li çalakiyê de hat xwestin, ji bo Rojava helwesteke netewî bê nîşandan.
Komkujiya li Rojava û venebûna Deriyê Sînor ê Sêmalka, li Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyê li bajarokê Derbendixanê bi awayekî girseyî hat şermezarkirin. Di çalakiya bi pêşengiya PÇDK'ê de, ciwanên welatparêz, Partiya Goran, Partiya Sosyalîst, Partiya Komunîst, Sendîkaya Rojnamevanan û Partiya Îslamî beşdar bûn.
Meşê li ber Garaja Kevin a Derbendixanê destpê kir û pankartên bi nivîsa "Em berxwedana li Rojavayê Kurdistanê silav dikin", "Eger êrîş dewam bikin, emê jî bibin YPG" hatin hilgirtin. Bi sedan kesên beşdarî meşê bûn tim û tim dirûşmên, "Bijî Berxwedana YPG'ê", "Başûr, Bakur, Rojhilat yek armanc û yek xebat" qêriyan û berxwedana YPG'ê silav kirin.
Meş li ber avahiya qeymeqamiyê veguherî mîtîngê. Di axaftinên li mîtîngê de komkujiyên El Nûsra yên li dijî gelê Kurd weke qirkirinê hatin binavkirin û hatin şermezarkirin. Di axaftinan de rexne li hikûmeta Başûrê Kurdistanê hat kirin ku deriyê Sînor ê Sêmalka venake û hat destnîşankirin ku li hemberî şerê li Rojava dewam dike, divê gelê Kurd helwesteke netewî nîşan bide.
Hevseroka PÇDK'ê Necîbe Omer jî li vir axaftinek kir. Omer da xuyakirin ku destkevtiyên berxwedana li Rojava deskevtiyên tevahiya Kurdistanê ye û got, "Serketina gelê Rojava wê bibe piştgiriya ji bo herêmên Xaneqîn, Kerkuk û Şengal ên xwedî pirsgirêk in. Serkatina li Rojava wê bibe destek ji bo demokratîkbûyîna hikûmeta herêmî. Wê bibe piştgirî ji bo sîstemeke durust û demokratîk ava bibe ku gelê Kurd tê de bi awayekî azad bijî."