Derhênerê çiyayî: Xelîl Dag
Derhênerê çiyayî: Xelîl Dag
Derhênerê çiyayî: Xelîl Dag
Xelîl Uysal an jî bi navê wî dixwest bê bankirin, Xelîl Dax, yanî xelîlê çiyayî. Ez li van çiyan, ji hevalan ji bo carekê jî ne di warê madî ne jî rûhî de dûr neketim...
Xelîl Uysal an jî bi navê wî dixwest bê bangkirin, Xelîl Dax, yanî Xelîlê Çiyayî dibêje: “Ez li van çiyan, ji hevalan ji bo carekê jî ne di warê madî ne jî rûhî de dûr neketim. Paşnavê min yê Uysal di nava jiyana gerîla de ji ber xwe ve bû Çiya...Her çiqas ne ne layîqî vî navî jî bim, ji bo bibin layîqî van çiyan çi ji destê min tê, min kir.”
Ji bo ku beşek jiyana wî ya li çiyan di bîra mirovan de bimîne ev rêzik nivîsîbûn Xelîlê Çiyayî. Ji xwe beriya vê jî çîrokek cûda ye.
Xelîl Dax sala 1973an li Izmîrê ji dayîk dibe. Bavê wî ji Izmîrê û dayîka wî ji Agiriyê ye. Jiyana wî ya li Izmîrê destpê kirî, di 1ê nîsana 2008an bi dawî dibe. Pir balkêşe ku dîroka Xelîl Dax bi tevgera azadiya Kurdistanê re dikeve têkiliyê jî 1ê Nîsanê ye.
Di sala 1995an de wekî alîkarê Kameramanê Alman ku dixwest bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevpeyvînekê çêke, diçe Şamê. Wê demê têkiliya wî ya bi tevgera azadiyê re derbasî qonaxek nû dibe.
Xelîl ji wir jî weke nûçegihan derbasî çiyayên Kurdistanê bû. Û careke din dev ji çiyayên kurdistanê berneda û ji wan çiyan venegeriya. Xelîl bû yek ji kesên ku şer ne bi hêjmaran, lê bi rûyan vegot.
Ji dema ku tevlî gerîla bû û şûnde ne mekîneya xwe ya wêneyan ne pênûs û ne jî lênûsa xwe ji cem xwe kêm nekir. Bi makîneya xwe her liv û tevgera şer kişand û bê dawî kir...
Tişta ku herî jê hez dikir qeydkirina kenên gerîlayan bû. Xelîl li Almanyayê perwerdeya wênevaniyê dîtibû. Ev perwerdeya wî ya pisporî bû ezmûna bingehîn ku her kêliya jiyana gerîla bi hemû xwezaya wê raxe ber çavan.
Nivîs, wêne û klîbên kişandî û filmên wî ji yek armancê re xizmet dikir. Wî ev yek bi van gotinan anîn ziman; “Min xwest ez wan nîşand bidim, mayîne bikim, bi şêweyekê di jiyanê de û di hiş û mejiyan de bi cih bikim.”
Ji ber ku ew zarokên herî bedew û leheng yên gelê kurd in. Bi Wêne û dîmenên her kêlî û her liv û tevgera kişandî, rêwîtiya hembêzkirina hevdû û gihiştina armancan peyda bû.
Navê Xelîl Dax bi ‘Bêrîtan” bêhtir hat bihîstin.Lê wî di temenê xwe yê kurt û têr û tijî de 6 kurte film bi cih kirin. Di sektora sînemayê de tişteke yekem bi ser xist. Hemû filmên xwe li çiyayên Kurdistanê kişand.
Kesên di filman de rol girtin hemû gerîlayên tevgera azadiyê bûn. Tevî ku gelek nirxên mezin di şoreşê de avakirin jî, gelek dilnizim bû.
Xelîl Dax sala 1999an li gel hûnermend Hozan Serhad diçe herêma Botanê. Girêdana wî ya ji bo bakûrê Kurdistanê di vê qonaxê de zêde dibe. Dema ji bo belgefilma ji Botanê destpê bike û li Agiriyê bi dawî bibe, careke din diçe bakûrê kurdistanê, rêwîtiya xwe bi van gotinan tîne ziman;
''Min dest bi rêwîtiyekê kir, ger ez vê rêwîtiya xwe bi dawî nekim jî qet nebe weke moriya di rêya kabeyê de, ezê jî di vê rêyê de bimirim.
Xelîl Dax di 1ê nîsana 2008an de li Botanê herêma Bestayê jiyana xwe ji dest da.