Dêrikiyan cenazeyên Abdullah û Welat bi girseyî oxir kirin
Dêrikiyan cenazeyên Abdullah û Welat bi girseyî oxir kirin
Dêrikiyan cenazeyên Abdullah û Welat bi girseyî oxir kirin
Cenazeyê şervanê YPG’ê Mihemed Şerîf Abdullah û endamê Saziya Çand û Hunerê Welat Dêrik, ji aliyê hezaran kesî ve hatin oxirkirin.
Bi hezaran Kurdistaniyên herêma Dêrikê duh saet di 14.00’an de li ber nexweşxaneya Dêrikê kombûn û cenazeyê şervanê YPG’ê Mihemed Şerîf Abdullah ê 18'ê Cotmehê de di encama qezayê de jiyana xwe ji dest da û endamê Saziya Çand û Hunerê Welat Dêrik ku di êrîşa bombeyî ya li dijî navenda YPG'ê li herêma Tirbespiyê jiyana xwe ji dest dabû pêşwazî kirin. Li goristana Şehîd Xebat spartin axê.
Girseya ku alên Kurdî û wêneyên cangoriyan hildan, bê navber dirûşmeyên dilsoziya bi hêzên YPG’ê re berz dikirin. Girseyê cenazeyê şervanê YPG’ê Mihemed Şerîf Abdullah û Welat Dêrik bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Xebat Dêrik ve bi rê kirin.
Li goristanê merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi deqek rêzgirtinê destpê kir û piştre endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Dîcle Serêkaniyê axivî û diyar kir ku komên çete yên El Qaîdeyê ku li hember berxwedana şervanên YPG'ê têkçûne, hewil didin bi êrîşên xwekujiyê îradeya gelê Kurd û projeya rêveberiya xweseriya demokratîk têk bibin.
Piştî axaftinan, cenazeyê endamê Saziya Çand û Hunerê Welat Dêrik û şervanê YPG’ê Mihemed Şerîf Abdullah ji aliyê girseyê ve bi diruşme û tilîliyan spartin axê.