Deriyê Sêmalka bi fermî hate girtin
Deriyê Sêmalka bi fermî hate girtin
Deriyê Sêmalka bi fermî hate girtin
Deriyê Sînor ê Sêmalka piştî ku rêveberiya Başûrê Kurdistanê destûra hatin û çûnê neda, ji aliyê Komîteya Rêveberiya Deriyê Sînor a girêdayî Desteya Bilind ve bi awayekî fermî hate girtin.
Endamê Komîteya Rêveber a Deriyê Sînor ê Sêmalka yê girêdayî Desteya Bilind a Kurd Siyamend Osman diyar kir wan ji duh êvarê ve deriyê Sêmalka bi temamî girtiye û hemû xebatkar paşve hatine kişandin. Osman got ku cihê deriyê sînor êdî wê wekî noqteyek sînor bimîne.
Osman, destnîşan kir ku wan li ser kiryarên hikûmeta Başûr ku ji aliyê PDK'ê tê birêveberin ên astengkirina hatin û çûnê ev biryar girtiye. Osman anî ziman ku hikûmeta Başûr rê nade alîkariyên mirovî yên wekî derman, xwarin û hwd. ku derbasî Rojava, her wiha derî di xizmeta siyaseta xwe de bikar tîne.
Rêveberê Deriyê Sêmalka Osman da zanîn ku hikûmeta Başûr rê neda ku saziyên mirovî jenetor û derman derasî Rojava bikin û ev tişt anîn ziman: "Niha alîkariyên ku buhayê wan 33 hezar dolar e, ev mehek e ji aliyê Başûr ve hatiye sekinandin."
Osman da zanîn ku Deriyê Sêmalka ji aliyê hikûmeta Başûr ve wekî zexta siyasî ya li ser gelê Rojava dihat bikaranîn û wiha dom kir: "Deriyê ku dihat hêvîkirin ji bo alîkariya bi Rojava re bê vekirin, bû rêya çûn û hatina kesên li ser saziyên çapemeniyê yên PDK'ê kunirxên kurdên Rojava binpê dikin. Di heman demê de rayedarên Başûr rê nedan şervanek YPG'ê ku di pevçûnan de birîndar bibû rakin nexweşxaneyên Başûr."
Osman qedexekirina derbasbûna Hevserokê PYD'ê Salih Muslim jî bibîr xist û ev tişt anîn ziman: "Di dawiyê de jî rayedarên deriyê sînor li aliyê Başûr rê nedan ku Hevserokê PYD'ê Salih Muslim derbas bibe, kesên piştgiriya PDK'ê dikin rojane diçûn û dihatin."
Siyamend got ku sazî û dezgehên alîkariyê dikarin alikariyên xwe di nuqteyên din ên sînorê Rojava re derbas bikin.