Deriyê Sînor ê Murşîtpinar ji alîkariya însanî re hat vekirin

Deriyê Sînor ê Murşîtpinar ji alîkariya însanî re hat vekirin

Deriyê Sînor ê Murşîtpinar, ku li pêşberî bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ye, ji alîkariya însanî re hat vekirin.

Bi pêşengiya Şaredariya navçeya Riha Pirsûsê heyetek ji nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, roja 4'ê Îlonê ji bo vekirina Deriyê Sînor ê Murşîtpinar ê li pêşberî Kobanê, bi Waliyê Rihayê Celalettîn Guvenç re hevdîtin kiribû. 

Heyeta ji Cîgira Şaredarê Pirsûsê Hulya Demîr, Serokê Odeya Kargehên Nan Yasîn Guzel, Serokê Komeleya Kizilay (Heyva Sor) Vakkas Dûrmaz, Serokê Komeleya Keyayan Vahît Tekînalp û Nûnerê Odeya Dermanfiroşan a Herêma 27. a Pirsûsê Îlhamî Dogan, bi danûstandinan re encameke erênî bi dest xist.

Di daxuyaniya Walîtiya Rihayê de hat ragihandin ku ji bo bi rê û alîkariya Kizilayê ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinar ê li pêşberî Kobanî alîkariya însanî bê kirin, destûra pêwîst hatiye stendin.

Xebatkarê Şaredariya Pirsûsê û endamê komîsyona komkirina alîkariyê ji bo Rojava Endezyarê Xurekê Farûk Tatli da xuyakirin ku derî hatiye vekirin û ji mirovên dixwazin alîkariyê bikin xwest, alîkariya xwe bigihêjînin Şaredariya Pirsûsê.