Deriyê Sînor ê Til Koçer ket destê YPG’ê

Deriyê Sînor ê Til Koçer ket destê YPG’ê

Yekîneyên Parastina Gel YPG di çarçoveya “Operasyona Tolhildana Şehîdên Tirbespiyê û Çilaxa” ku di 23’yê Cotmehê de li herêma Til Koçer li dijî komên çete dabû destpêkirin de, Deriyê Sînor ê Til Koçer bidest xist. Di operasyonê de her wiha gundek û fabrîqeyek çîmentoyê jî ji çeteyan hate girtin.

Li gorî agahiyên ji herêma operasyonê bidest ketine, hêzên YPG’ê şevê din jî di çarçoveya “Operasyona Tolhildana Şehîdên Tirbespiyê û Çilaxa” de li herêma Til Koçer li 3 cihan çalakiyên bi bandor lidar xistine.

Hate ragihandin ku di çalakiyên nava şevê destpê kirine de saet derdora 01.00’an de gundên Cihêşiyê û Mehmudiyê yên li nêzî Til Koçer hatin rizgarkirin. Her wiha noqteya komên çete ya li dora gundê Cihêşiyê jî hate bidestxistin.

Çavkaniyan diyar kirin ku, çalakiya duyemîn li dijî karxaneyek ya çîmentoyê ya di destpêka Til Koçere ku komên çete lê bicîh bibûn hate lidarxistin û saet dordora 03.00’an de karxane hate bidest xistin.

Çalakiya sêyemîn jî li herêma sûka azad a li ser sînor hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de jî saet derdora 04.00’an de sûka azad û Deriyê Sînor ê Til Koçer ê dinavbera Rojava û Iraqê de hate bidestxistin.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên YPG’ê hatine girtin, di çalakiyan de gelek cebilxane û topek Hawanê ya 120 hatiye bidestxistin.

Li herêmê pevçûn cîh bi cîh didomin.