Deriyê sînor ne ji bo alîkariyê ji bo koçberiyê hat vekirin

Deriyê sînor ne ji bo alîkariyê ji bo koçberiyê hat vekirin

Ambargoya li ser Rojavayê Kurdistanê bi her awayî didome. Ji aliyekî ve dewleta Tirk sînorê ji bo alîkariyê venake, ji aliyê din ve jî komên çekdar nahilên ji heremên din ên Sûriyê qût derbasî heremê bibin. Ya herî girîng jî PDK rê nade gel pêwîstiyê xwe ji Başûrê Kurdistan bîne û riya koçberiyê heta dawî vedike.

Ev ambargoya li ser Rojavayê Kurdistanê çawa despê kir, kîjan hêz di nav de cih digre, çima deriyê Sêmalkê ji bazirganiyê nayê vekirin, ji bo koçberiyê tê vekirin? Em ê  di dosyê de li bersivê wan pirsan bigerin. 
Piştî  ku ‘şoreşa’ Sûriyê destpê kir, gelê kurd jî li Rojavayê Kurdistanê ji bo mafê xwe yê rewa ketin nava tevgerê û beşek ji Rojavaya Kurdistanê ji destê rejîmê derxistin. Ev deskeftiyên gelê Rojavaya Kurdistan li heremê deng veda û gelek hêz ji bo gelê Kurd li wî beşê bi çewisînin ketin nava tevgerê. Gelên li Rojava ji bo xwe birêve bibe Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) avakirin. Li ser wê hinek partiyên li Rojavayê Kurdistanê xwe bi navê Encumena Nîştimanî Kurdên li Sûriyê (ENSK) li Hewlêrê ava kirin. Bi hewldanê tevgera azadiya gelê Kurd her du Meclis li Hewlêrê kom bûn û Desteya Bilind a Kurd ava kirin. Ev di warê yekitiya kurd de gavek mezin bû. Lê zihniyeta deshilatdariyê ya hinek partiyên di nav ENKS de rê neda ev yekitî encam bigire. 

ÇIMA AMBARGO? 

‘Şoreşa’ Sûriyê wek gelên Sûriyê dijîn, gelê Kurd jî ev derfet ji bo xwe veguherand bingehekî azadiyê û hinek heremê xwe ji bin destê rejîma Baas rizgar kirin. Dema ev kirin xwe wek aliyê sêyemîn dan diyarkirin. Ne xwe alîgirê rejîmê, ne jî xwe alîgirên opozîsyonê diyar kirin. Ev siyaset nû bû û li gorî piraniya hêzan ev siyaset bi ser nediket, lê dema li serketina ev siyaseta xuya bû, hêzên li dijî wê siyasetê ji hemû aliyan êrîşî ser wê siyasetê kirin. Ambargoya  aborî û siyasî ya li ser Rojavaya Kurdistan tê meşandin jî, ji ber vîna gelên Kurd a li ser biratiya gelan û xwe aliyê sêyem dane diyar kirine. 

AMBARGOYA SIYASÎ ÇIQASÎ RABÛYE?

Li Rojavayê Kurdistanê piştî avakirina MGRK’ê, hinek hêzên marjinal ên Kurd hatin cem hev û bi navê ENKS’ê encumenek ava kirin. Avakirina ENKS li Hewlêr pêk hat û ji Rojavayê Kurdistanê zêdetir, Başûrê Kurdistanê ji bo xwe kir navend. Ev jî, bi siyaseta PDK ve girêdayî bû û partiyên li gorî navendên Başûrê Kurdistanê xwe rêxistin kiribûn, ji berjewendiyê gelê Kurd Rojava zêdetir, li gor van navendan siyaset dikirin. Ji bo navenda siyaseta Rojava bibe Qamişlo, piştî hevdîtinên li Hewlêrê Desteya Bilind a Kurd hate avakirin. Ava kirina Desteyê ji bo yekitiya Kurd li vê beşê gavek pir girîng bû. Ev di heman demê de ji bo ambargoya siyasî ya li ser Rojava, derfetek bû. Lê zihniyeta deshilatdariyê ya hinek partiyên di nav ENKS’ê rê neda ev yekitî encam bigire. Her çend hevserokê PYD Salih Muslim ji aliyê dewletan ve tê vexwedin jî, lê heta niha di erdê de guhertinek nedayî çêkirin. Ev jî dide xuya kirin ku ambargoya siyasî hêj didome. 

BEŞEK JI AMBARGOYÊ PDK YE

Ji aliyekî dewleta Tirkiyê  ji bo gelê kurd li Sûriyê negihêjin mafê xwe yên rewa çi ji destê wê tê dike, komên wek Eniya El Nusra dişîne ser heremê, ji aliyekî din ve jî hemû deriyên sînorê xwe ji bo alîkariyê girtiye. Bi siyasete girêdayî û piranî planên xwe yê ser Rojava PDK’ê jî bûye beşek ambargoya ser Rojavayê Kurdistanê. Piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê bi sê aliyan ambargoya siyasî û aborî ji aliyê wan hêzan bi hevkarî hate meşandin. Di belgêyên Wezareta Derve ya Tirk  ku ji bo balyozxaneya xwe ya Hewlêrê şandi bû ev hevkarî eşkere bibû. 

ÇIMA DERIYÊ SÊMALKA HATIYE VEKIRIN?

Piştî avakirina Desteya Bilind a Kurd û zexta gelê Kurd li ser rayadarên Başûr û PDK ji bo alîkariyê deriyê Sêmalka di 16-01-2013 hate vekirin. Her çend ev derî bi mebesta alîkariyê hatibe vekirin jî, lê heta 19’ê Gulana 2013’an derfetek mezin ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê bû. Di vê demê de riya bazirganiyê vebibû û koçberiya heremê kêm bibû. Lê ev ne di berjevendiyê hêzên heremê û hêzên dixwestin li ser Rojavaya Kurdistan siyaset dikin, debû.

DERIYÊ SÊMALKA ÇIMA HATE GIRTIN?

Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) piştî ku hinek endamên wan ên çekdar li Rojavayê Kurdistanê hatin girtin, deriyê sînor ê Sêmalka di 19’ê Gulana 2013’an de ji bo hemû rewşan hat girtin. Lê ev wek sedem hate nîşandan jî, lê rastiya wê ne ew bû. Li dijî Rojavayê Kurdistanê li Enqere, Hewlêr planek hatibû amedekirin û li gorî wê planê diviyaû ambargoya tund li ser Rojavaya hebe. Lê hebûna deriyê Sêmalka ev siyaseta lewaz dikir. Girtina ev kesan ji bo xwe wek sedem da nîşandan û deriyê Sêmalkê bi temamî girt. 

SERÎ JI BO PENABERIYÊ HAT VEKIRIN

Siyaseta ambargoya li ser Rojava ji aliyekî gel bi birçî bûnê re rû bi rû hiştin, vala kirina heremê ve tê meşandin. Heta niha siyaseta birçîbûnê dihat meşandin û girtina deriyê Sêmalka jî rolek wiha dilîst, lê ev çend rojin, ev siyaseta dema xwe temam kir, ku zîvirî siyaseta valakirina heremê.  Hêzên wek Tirkiyê, DYE, Opozîsyona Sûriyê ev siyaseta birçîbûnê bi hevkariya PDK’ê li ser Rojava ji 19’ê Tîrmeha 2012’an hate niha didome, bi taybet di 19’ê Gulana 2013’an tûnd kirin, niha jî riya koçberiyê vekirin. 

DEMA ÊRÎŞÊN DIJWAR AMBARGO Û KOÇBERÎ

Li Rojavayê Kurdistanê di 16’ê  Gulanê de êrîşên dijwar ên komên El Nusra û Artêşa Azad li ser herema Efrînê destpêkirin û heta roja me îro li hemû Rojavaya Kurdistan bi hemû dijwariya didome. Divê demên şerên dijwar li ser herêma Rojava didome, ambargoya aborî ya li ser Rojava hate tundkirin û hêzên Kurd ên navenda wan li Hewlêrê wê rewşê xwestên bixin bin berjevendiyên xwe. Ew hêzên navendên wan li Hewlerê ne bi siyaseta ku meşandin rêya ji metirsiya dagirkirina Rojava, birçîbûna gel û valakirina heremê vekirine. 

KURD KOÇÎ DERVE DIKIN, EREB KOÇÎ ROJAVA DIKIN

Li gorî çavkaniyên heremê bi tenê li Başûrê Kurdistanê nêzîkî 200 hezar penaberên li Rojava hene. Dîsa li gorî heman çavkaniyan nêzî 3 mîlyon û 500 hezar Kurd li Rojava, li Sûriyê dijîn û bi sed hezar Kurd Koçberî Tirkiyê, Başûrê Kurdistan û welatên Ewrupa bûne. Hate zanîn bi deh hezaran Erebên Dêra Zor, Reqa koçî heremê Kurdan dikin û li vir bicih dibin. Ev ji bo Rojavayê Kurdistanê wek metirsiyekî mezine û demorafiya bajarên Kurdan ji niha ve hatiye guhertin. Çavdêrên heremê didin diyar kirin wiha biçe wê rewşek ji Kembera Erebî nebaştir çêbibe. 

DERIYÊ SÊMALKA DIVÊ DIBE DERIyÊ DEBARÊ, NE KOÇBERIYÊ

Siyasetmedarên heremê didin diyar kirin ku eger bi rastî PDK û rayadarên Başûrê Kurdistan dixwazin alîkariya gelê Kurd yê Rojavaya Kurdistan bikin, divê pêşiya koçberiyê bigirin, ji bo gelên heremê debara xwe bikin, rêya kar û bazirganiyê vekin.