Deriyê sinor yê Kobanê vebû
Deriyê sinor yê Kobanê vebû
Deriyê sinor yê Kobanê vebû
Deriyê Sinor yê Kobanê ku di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de ye, ji bo alîkariyên mirovahî hate vekirin û 5 kamyon alîkarî derbasî Rojava hatin kirin.
Piştî ku Deriyê Sinor yê Kobanê (Murşîtpinar) yê di navbera bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê û navçeya Pirsûsa Rihayê ya Bakurê Kurdistanê de ji bo alîkariyên mirovahî hate vekirin, duh cara yekemîn alîkariyên mirovahî ku ji aliyê şaredarî û saziyên civaka sivîl yên Bakurê Kurdistanê ve hatibûn komkirin, bi 5 kamyonan derbasî Rojavayê Kurdistanê hatin kirin. Alîkariya ku ji madeyên xwarinê pêk tê radestî Heyva Sor a Kurdistanê hate kirin.
Cîgira Serokê Şaredariya Pirsûsê Hulya Demir diyar kir ku, wan berî sê mehan hewil daye ku deriyê sinor bê vekirin û got ewê xebatên ji bo alîkariya gelê Rojavayê Kursitanê bidomînin.