Deriyê Tilkoçer ji bo alîkariyên mirovahî vekiriye
Deriyê Tilkoçer ji bo alîkariyên mirovahî vekiriye
Deriyê Tilkoçer ji bo alîkariyên mirovahî vekiriye
Rêvebiriya deriyê sînor yê Tilkoçer diyar kir ku deriyê sînor ji bo hemû alîkariyên mirovahî yên ji bo Sûriyê û Rojavaya Kurdistan vekiriye.
Endamê rêvebiriya deriyê sînor yê Tilkoçer yê di navbera Rojvayê Kurdistanê û Iraqê de, Siyamend Osman ragihand ku deriyê sînor yê Tilkoçer jibo hemû alîkariyên mirovahî yên ji bo Sûriyê û Rojavayê vekiriye. Osman da zanîn ku hemû saziyên mirovahî dikarin alîkariyên mirovahî di deriyê Tilkoçer re ji bo Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bişînin.
Her wiha hate ragihandin ku cara yekemîn roja 11`ê Kanûnê du kamyonên alîkriyên mirovahî di deriyên Tikoçerê re derbasî Rojava bûye. Alîkariya ku ji 25 ton ard û 25 ton birinc û madeyên din yên xwarinê pêk dihat ji aliyê Koma Piştgiriya Rojava ya li bajarê Silêmaniyê ve hatibû şandin. Hate hînbûn ku ev alîkarî beriya sê mehan hatibû kom kirin, lê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatibû asteng kirin.
Hêjayê gotinêye ku ev alîkarî li niştecihê Til Koçer hatibû belav kirin.