Dêrsim: Em piştgiriyê didin têkoşîna Yarsanan

Dêrsim: Em piştgiriyê didin têkoşîna Yarsanan

Li Îranê, gelê ji baweriya Yarsan li dijî êrîşên rejîmê di nava berxwedanê de ye. Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Bêrîtan Şiyar Dêrsim destnîşan kir ku Yarsan li dijî zîhniyeta înkarê ya rejîma Îranê li ber xwe didin û ew jî piştgiriyê didin vê berxwedanê.

Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Bêrîtan Şiyar Dêrsim, berxwedana gelê ji baweriya Yarsan a li dijî polîtîkayên înkarê ya rejîma Îranê, ku danasîna mafê ol û nasnameya xwe dixwazin û zextên rejîmê yên li hemberî wan ji ANF'ê re nirxand.

Di demên dawî de li Îranê li dijî mirovên ji baweriya Yarsan êrîş hene. Hûn van êrîşan û polîtîkaya Îranê ya li hemberî Hindikahiyan çawa dinirxînin?   

Yek ji cihên Rojhilata Navîn ê lê çandên kevnare, kevneşopî û baweriyên xwedî bingeh tê jiyîn, Îran e. Berê nirxên civakî yên li ser bingeha nirxên Zerduştî hebûn. Çavkaniya van nirxan, kevneşopiyek xwezayî û civakî timî bi hev re di nava aştiyê de dijiya bû. Vê kevneşopiyê di ti serdema dîrokê de rewşeke yekrengiyê dernexistiye holê, berevajî bi hemû polîtîkayên xwe re pergalek li ser bingeha feraseta jiyana hevpar ava kiriye. Di serdemên cuda de, bi refleksa xweparastina li hemberî êrîş û pevçûnan, bi şêwazê rêxistinbûyînên mîstîk, xwe bi navên cuda aniye roja me ya îro. Rastiyên bi şêwazê Yarsanî, Zerduştî, Kakaiyî, Bahayiyî, Elewîtî, Raya Haq, di cewhera xwe de heman nirxan temsîl dikin. Îslamiyeta ku li dû Hz. Mûhammed û malbata wî veguherî desthilatdariyê û kevneperestiyê, ev feraset ji nedîtî ve hat. Eger baş were lêkolînkirin dê di Kûranê de jî şopa baweriyên din werin dîtin. 

Mîna dewletên din ên desthilatdar li Rojhilata Navîn, Komara Îslamî ya Îranê jî bi polîtîkayên xwe re ev hindikahî û bawerî tine dîtiye. Di sedsala 21'an de gotina hindkahî êdî nayê bikaranîn. Ya rast, ev bawerî bi awayê cihêrengiyê were nirxandin.
Çima niha li Îranê li dijî Yarsanan êrîş hene. Mirov nikare van êrîşan ji polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yên li hemberî Elewî û nasnameyên din cuda binirxînin. Li Îranê Yarsaniyî, li Tirkiyê Elewîtî. Dewlet der barê van baweriyan de polîtîkayên hevpar diyar dikin. Di mijara mafên bingehîn ên Kurdande dewletên desthilatdar mîna hev tevdigerin. Înkar, red, nedîtin û tinekirin. Pirsgirêk ne pirsgirêka hindikbûyînê ye, ya girîng aliyê felsefîk ên van baweriyane. Di vê mijarê de nêzîkatiyên dewletên serdest ên li Rojhilata Navîn dişibin hev. Li gorî destûra bingehîn a Îranê her kesên li welêt dijîn, dikarin bi çand û baweriya xwe bijîn. Lê belê ev yek bi tenê di gotinê de ye. Di pratîkê de rewşeke berevajî heye. Li Îranê baweriyên Zerduştî, Yarsan û Bahayî nayên naskirin. Ev bawerî nikarin xwe bi awayekî azad îfade bikin. Yarsanî jî li dijî van nêzîkatiyên nedîtinê yên dewletê, di nava têkoşînê de ne.

Hûn têkoşîna bawermendên cuda bi taybetî jî ya Yarsanan çawa dinirxînin? Divê li dijî mejiyê dewleta serdest têkoşîneke çawa bimeşînin?   

Yarsanî dema li hemberî polîtîkayên dewletê têdikoşin divê baş bizanibin ku di bingeha rastiya wan de berxwedan heye. Ev çand li ser nirxên civakî û dîrokî yên bi hezaran salan ava bû. Eger li dijî hemû êrîşan heta roja îro hebûna xwe anî, dikare ji niha û pêv e jî bi rêxistinbûyîneke xurtir têkoşîna xwe dewam bike. Dema vê dike divê nekeve bin bandora îdeolojiyên kevneperest, paşverû û bawerhişk, pêwîste bi derdorên cuda re tifaqê bike. Dema ji bo rastiya xwe têbikoşe eger hebûna veguherîna civakî ya sedsala 21'an ji nedîtî ve were, dê encamê negire. Pêwîste rastiya xwe nûjen bike û bi perspekîfeke nû pirsgirêkên xwe çareser bike. Naxwe bi nêzîkatiyên teng, bawerhişk, nikare encamê bi dest bixe. Bi têkoşîna bi bandor a li qadên siyasî, çandî û civakî dikare encamê bigirin. Feraseta tevlêkar-demokratîk, divê bibe qada herkes xwe lê îfade bike.

Em têkoşîna Yarsanan dişopînin û piştgiriyê didinê. Ji bo guherîn û veguherîna li Rojhilata Navîn, em girîngiyê didin têkoşîna Yarsanan. Weke lêgerînên rastiyê em careke din banga xwe dûbare dikin ku li dijî êrîşan bi hev re û bi felsefeyeke hevpar têbikoşin.

Di demokratîkbûyîna dewleta Îranê de rola hindikahiyan çiye?

Çawa ku çirûskeke mîstîk bingeha kevneşopiyeke bi hezaran salan avêt, çawa ku bizirek veguherî bi hezaran simbilan, cihêrengî jî potansiyela pêkhatinên mezin di hembêza xwe de vehewandine. Lewma, ya girîng nirxandina sedemên civakî û dîrokî yên pirsgirêkê me ye. Li ser bingeha rastiya heqîqetê, divê bawerî yên li derveyî xwe jî bibînin. Ji bo dîtina feraseta yekperestiyê ku ber bi faşîzaniyê dibe, rûdana komkujiyên nû ne pêwîste. Eger ji bûyerên li Îran û derdora wê tên jiyîn encam neyê derxistin, dê felaket be. Ya rast; yê winda bike dê hêzên mezin bin. Bi nêrîneke cuda ev cihêrengî dikarin weke dewlemendî û çavkaniya bihêzbûyînê jî werin dîtin. Cewhera Îslamiyetê xwe dispêre feraseta demokratîkbûyînê. Feraseta yekperest, desthilatdar baweriya Îslamê temsîl nake. Bi Kurd, Fars, Ereb, Cihû û hemû cihêrengiyan re pergaleke xurt dikare were avakirin. Qutbûna xelekekê tê wateya xerabûna yekbûyînê. Bendewariya modernîteya kapîtalîst, qutbûna yek ji van xelekane, mîna Iraq, Misir, Lîbya û Sûriyê dixwaze Îranê jî talan bike. Eger Îran van bibîne û demokratîk bibe, ev yek dikare bê wateya rizgariya Rojhilata Navîn.

Herî dawî, em êrîşa Îranê ya di kesayetiya Yarsanan de li hemberî hemû bawerî û nasnameyan kir, şermezar dikin. Em hêvîdarin dê di demeke kurt de dest ji van polîtîka û êrîşên xwe berde. Naskirina hemû cihêrengiya dê ji bo demokratîkbûyîna Îranê hêzeke gelekî mezin derxîne holê.