Dêrsim: Gerîla paşve naçe, dê pêşve biçe
Dêrsim: Gerîla paşve naçe, dê pêşve biçe
Dêrsim: Gerîla paşve naçe, dê pêşve biçe
Fermandarê YJA – Star’ê Denîz Dêrsim bersiva daxuyaniya Serokwerzîrê Tirk Erdogan ku dibêje dê ‘PKK dest ji çekan’ berde diyar kir ku, gerîla paşve nakêşe berovajiyê wê dê gerîla ‘ pêşve’ biçe û wiha got: “Em berovajiyê wê di hizirin ku gerîlayan belavî her derê bikin. Ger ku operasyonên qirkirin û îmhayê bi domin em çima paşve gav biavêjin.” Dêrsim da zanîn ku li aliyêkê behsa hevdîtinan dikin li aliyê din jî bombeyan di barînin ev yek jî weke polîtîkaya durû binav kir û ev pirs kir “ Erdogan dê bi lêdanê bi mere muzakereyan bike.”
Li herêma ku em dimînin herêma parastina medyayê ye. Li herêmên wek Qendîl, Xinêre, Metîna, Heftenîn, Gare, Zap, Zagros û Xakurkê ne ku dibin bandora gerîlayan de ne. Hatin û çûna herêmê ji aliyê gerîlayên Hêza Parastina Gel (HPG) û YJA-Starê ve tê kontrolkirin. Fermandara YJA-Starê Denîz Dêrsim li çiyayên Kurdistanê bersiv dan pirsên rojnamevan Erdal Er.
Fermandara YJA-Starê Denîz Dêrsim bal kişand ser Komploya Navnetewî û diyar kir ku, ez di destpêkê de 15’emîn salvegera 15’ê Sibatê bi nefret lanet dikim. Dêrsim da zanîn ku, 15’ê Sibatê hem ji aliyê jinên kurd hem jî ji aliyê gelê kurd ve weke roja reş tê zanin û wiha got: “ Em hemû jî dizanin ku di dîroka gelê kurd gelek komployên bivî awayî pêk hatine. Lê belê komploya herî mezin ku hatiye kirin komploya 15’ê Sibatê bû. Dema ku em niha lê dinêrin dibînin ku komplo vala hatiye derxistin. Yek ji armanca komployê ew bû ku tevgera PKK û nasnameya azad û kurdên ku li ber xwe didin ji holê rabikin. Lê dema ku mirov li vê yekê dinêre dibîne ku ev yek ne giheştiya armanca xwe hatiye pûçkirin. Lê belê hêjan tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiya me berdewam dike. dîsan polîtîkayên îmha û înkarê berdewam dikin. Dema ku mirov li komkujiya Parîsê, operasyonên leşkerî û siyasî dinêre dibîne ku hêjan komplo biçi awayî berdewam dike.”
NE ZANÎN FIRSEDAN BIKAR BÎNIN
Dêrsîm bal kişand ser hevdîtinên ku li Îmraliyê tên kirin û wiha axivî: “Ceribandinên demên borî hene. Beriya niha pêvajoya paşde vekêşanê hebû. Ji bo ku niyeta baş bê zanîn Rêbertiya me ev pêvajo daye destpêkirin. Her wiha koma aştiyê çû Tirkiyeyê lê ev jî weke firset ne hat bikar anîn. Girêdayî wê pêvajoya bê çalakîtiyê ya 2004- 2005 hebû. Ev hemû di dema ku AKP bûyî îxtîdar pêk hatin. Ev jî nehatin nixandin. AKP dixwaze wek ku pirsgirêka çareser dike xwe bide nîşandan û bivê yekê civakê di nava hêviyan de bi hêle.”
POLÎTÎKAYÊN AKP’Ê
Dêrsim bal kişand ser polîtîkayên AKP’ê da zanîn ku, çareseriya AKP’ê ew ku komployê berdewam bike û komploye bikişîne aliyek din û wiha pêde çû: “Bi giştî polîtîkaya çav tirsandinê ye. Herî zêde me di pêvajoya agirbestê de me şehîd dan. Herî zêde jî diwê pêvajoyê de operasyonên tunekirinê pêk hatin. Dîsa di pêvajoyê çareseriyê de li Parîsê komkujî pêk hat. Tişta ku di komkujiyê de derketî holê çibû? Ew bû ku kesên ku ev komkujî pêk anîn girêdana wan bi Jîtem’ê re heye û we kes hatiye Enqereyê, tê gotin ku wan bi xwe kiriye dinava rêxistinê de. Êdî rastî derketiye holê rastî nayê veşartin. Di heman demê de dixwestin PKK’ê têkbibin.”
MUXATAB OCALAN E
Dêrsim diyar kir ku ev hemû komplo ji bo ku em têk biçin hatin kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Yên ku gelê kurd anîne vê astê kirine xwedî nasname û netew kiye? Rêbertiya me û tevgera PKK’ê ye. Yên ku li ser navê kurdan li berxwedidin kîne? Rêbertî û PKK’ye. Ji bo wê dixwazin me têkbin. Serokwezîrê Tirk Erdogan li aliyekê dibêje em dê muzakerayan bikîn. Li aliyê din jî herêma parastina medyayê bombebaran dike. Wê demê dê muzakereyê li gel kê bike? Ez jî vê pirsê dikim. Ger ku muxatabê vê yekê emin bi lêdan, qetilkirinê tuyê bi me re muzakereyan bi meşînî? Muxatabê yekem Rêbertiya me ye ya duyemîn jî tevgera me ye.
GERÎLA ÇEK NA DANE
Dêrsim bal kişand ser daxuyaniya Erdogan ku gotibû, dê gerîla paşve vebikêşe û wiha got: “ Di rojeva gerîlayan de tiştek wiha tuneye. Berovajiyê vê gerîla di hizirin ku pêştir biçin. Ev daxuyanî ne raste. Em jî di hizirin ku pêşdetir biçin. Armanca gerîlayan ewe ku li herderê belav bibin. Hedefa me eve. Paşde vekêşan di rojeva AKP’ê de heye. Li hemberî van hemû êrîşan dê çawa gerîla pêşde vekêşe tiştek wisan tuneye derewe. Tişta ku herî dawî bê kirine.
TESLÎMBÛN TUNEYE
Dêrsim wiha berdewamî da axaftina xwe: “ Ew di hizirin ku dema wan PKK tunekirin, wê gelê Kurd jî îmha bikin. Tasfiye bikin. Gerîla vala vala ne derketine serê çiyayan yanî derketina gerîla ya serê çiyan sedemek xwe heye. Kujerên failên wan ne diyar û komkujî berdewam dikin. Dema ku ev hemû bidomin û ji me re bêjin çek danîn tê çi wateyê? Tê wateya hûn werin teslîm bibin. Teqez di dîroka 40 salan ya PKK’ê de teslîmbûyîn tuneye.
Dêrsim li herî dawî li ser pirsa hûn ji çi re dibêjin erê ji çi re dibêjin na jî herî dawî wiha got: “Em ji paşve vekêşanê re dibêjîn na. Em ji azadî Rêbertiya xwere dibêjîn erê. Ev ji bona me nîşaneya samîmiyetê ye ew hertim behsa samîmiyetê dikin em jî ji bo wan vê yekê dibêjin. Du şertên me hene. Ya yekemîn siyasetkirin û xwe bi awayekî koordîne rêxistinkirin. Ya duyemîn jî divê ku operasyonên siyasî û leşkerî bi dawî bibin.”