'Dêrsim jî di nav de em çeperên xwe wenda nakin'

'Dêrsim jî di nav de em çeperên xwe wenda nakin'

 Parlamentera Amedê ya BDP'ê Nursel Aydogan di civîna delegeyan a Rêxistina BDP'ê ya Dêrsimê de axivî û diyar kir ku di hilbijartinên herêmî de her dengê ji BDP'ê re wê bê wateya piştgirîdayîna pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatiye destpêkirin. Aydogan got ku Dersim jî di nav de wê çeperên xwe yên hatine bidestxistin wenda nekin.

Rêxistina BDP'ê ya Dêrsimê di çarçoveya xebatên hilbijartinên herêmî de li Salona Konferansê ya Şaredariya Dêrsimê civînek bi beşdariya 300 delegeyî li dar xist. Piştî rêzgirtinê Parlamentera Amedê ya BDP'ê Nursel Aydogan axivî. Aydogan diyar kir ku bi çavên referandumê li hilbijartinan dinêrin û her dengê wergirin wê ji bo pêvajoya çareseriyê û ya aştiyê be.

'EM Ê HÊZ BIDIN MUZAKEREYÊN KU BIRÊZ OCALAN BI RÊ VE DI BE'

Aydogan destnîşan kir ku her dengê ji BDP'ê re bê dayîn wê bê wateya piştgirîdayîna ji pêvajoya aştiyê re û ev xusûs da xuyakirin, "Em dibêjin her dengê em werbigirin wê bê wateya piştgirîdayîna Birêz Ocalan. Wek HDP û BDP'ê her dengek wê ji bo me di wateya referandumê de be. Bi her şaredariya em qezenc bikin re û bi bilindkirina dengên xwe re em ê hêz bidin muzakereyên ku Birêz Ocalan bi rê ve dibe."

'JI BO DEWLETÊ GIRÎNGIYEKE POLÎTÎK Û STRATEJÎK A DÊRSIMÊ HEYE'

Aydogan di dewama axaftina xwe de got ku ji bo dewletê girîngiyeke polîtîk û stratejîk a Dêrsimê heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dêrsim ji bo me girîng e, ji ber ku li vir tê xwestin ku şoreşgertî, kurdîtî û elewîtî bê tunekirin û înkarkirin. Em ê di van hilbijartinan de Dêrsim jî di nav de tu çeperên xwe yên me bidestxistine wenda nekin."

Civîn bi pirs û bersivên têkildarî pêşhilbijartina ku di meha Mijdarê de bê lidarxistin re bi dawî bû.