Li gorî agahiyên lêkolînên dawiyê yên ji aliyê zanyaran ve hatine kirin, gumlatên qeşayê yên di Deryaya Qeşaya Bakûr de dê hefteya pêş yekem car di di dîrokê de ewqas biçûk bibin.
Li gorî daxuyaniya ji aliyê Navenda Zanisna Berf û Qeşayê ya DYA’yê ve hat dayîn, helîna qeşayê ya herî dawî di sala 2007 de pêk hat, dê hefteya pêş de bikeve nava rûpelên dîrokê. Pispor li bendê ne ku ev qeşa heta dawiya meha îlonê bihelin û ev yek jî dê bandorê li germahiya global bike.
Beşek mezin a Deryaya Qeşayê ya Bakûr di mehên havînan de dihelin û di zivistanan de careke din çêdibin. Lê ji ber germahiya global, di 10 salên dawiyê de, rêjeya qeşayê pir kêm bûy.
Di daxuyaniya ji pispor Ted Scampos ve hat dayîn de êdî qeşagirtina deryayê pir kêm bûye û zanyarên li wir xebat kirine didin diyarkirin ku mirov êdî li vir dîmeneke wiha nabînin.