Destana Serêkaniyê... Tariq Hemo
Destana Serêkaniyê... Tariq Hemo
Destana Serêkaniyê... Tariq Hemo
Newaf Ragip al-Beşîr ku niha bûye peyayê Tirkiyeyê li Sûriyeyê û ji bo têkbirina Kurdan hatiye wezîfedarkirin, li himberî berxwedana Kurdan ya bi serkêşiya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) matmayî maye. Beriya çend rojan derket qanaleke televizyonê ya Ereban û ji ber têkçûna komên çete nizanîbû çi bigota. Hema banga şer li Ereban dikir û Kurd tehdît dikirin. Digot em qebûlnakin li Sûriyeyê 'Rojavayê Kurdistanê' çêbibe! Her wiha 'hêzên Kurdan bi alîkariya rejîma Esed vî şerî dimeşînin!'
Wiha xuya bû ku hemû axaftinên wî ji bo derbe bûn. Ji bo tirsandina miletê Sûriyeyê bûn. Ji bo şandina alîkariyek eskerî ya zêde ji aliyê dewleta Tirk bûn.
Niha insyatîf di destê hêzên gelê Kurd de ye. Serêkaniyê cihê wan e û ew parastina mal û nirxên xwe dikin. Komên çete hemû taxên bajêr didin ber bombeyan. Gelek sivîl kuştine. Beriya çend rojan malbatek Ereb bi navê "Malbata Hebaş“ bi bombeyên van komên çete hate qetilkirin. Dayik û 3 zarokên bê sûc. Ev tê wê wateyê ku komên çete tu ferqê naxin navbera neteweyên bajêr û armanca wan tenê wêrankirin û derbiderkirina nişticihên vî bajarî ye.
Li gundê Tilxelef ê ku nêzîkî bajarê Serêkaniyê ye û nişticih Ereb in. Komên çete xwestin depoyên genim talan bikin û neqlî Tirkiyeyê bikin. Xelkê gund li dijî wan derketin û kozik vedan û li ber xwe dan. Ciwanên Ereb diyar kirin ku ev komên dibêjin em 'artêşa azadin“ hemû çete û ajanên dewleta Tirkin û kesên biyanî ne ku dixwazin tevahiya heremê bidin ber agir.
Li Serêkaniyê niha li gel YPG gelek endamên partî û rêxistinên Kurdan yên welatparêz şer dikin. Hemûyan dest dane hev û sond xwarin ku ewê destûrê nedin hêzên dagirker ku derbasî heremên rojavayê Kurdistanê bibin.
Armanca dewleta Tirk û ajanên wê yên di nava muxalefeta Sûriyeyê de ewe ku tevahiya bajar û bajarokên Rojava bigrin destê xwe û rê li ber xweserî û statûbûna Kurdan bigrin. Her wiha xwe bigihînin bajarê Rimêlan, ku kanên dewlemend ên petrolê li wir in û wek depoyên genim û gelek fabrîkeyên dewletê dizîn û birin Tiriyeyê, petrola heremê jî bixin bin kontrola Tirkiyeyê. Lê hêzên Kurdan ev pîlan heta niha têk birine.
Komên çete dibêjin 'Kurd cûdaxwazin' da ku şerê xwe li Serêkaniyê û xizmetkariya dewleta Tirk rewa bikin, wek mîna çawa hemû dagirkerên Kurdistanê weha digotin. Lê pîlana wan têk çuye. Wan ji xwe re hesab dikirin ku ewê bi çend sedan çekdar tevahiya herema Hesekê bigrin dest xwe, lê hesabê wan li nava hev ket. Wan qet bawer nedikir ku weha berxwedan û tekoşîn rû bide.
Berxwedana Kurdan hesabê van komên ajan û tevahiya hêzên heremî tevlihev kir. Rojnameyên cîhanê niha behsa hêza Kurdan dikin dema rewşa li Sûriyeyê nîqaş dikin. Kurdên Rojava bûne akturekî heremî û hêzek çekdar ya heremî ava kirine.
Ew hêz û komên dij Kurd niha dizanin ku êrîşa li dijî erdnîgariya rojavayê Kurdistanê dê ne hesan be. Dê buhayê wê bi hezaran kuştî be. Dê gelê Kurd li Rojava û li tevahiya Kurdistanê di ber xwe bide û tu carî teslîm nebe..
*Yeni Ozgur Politika