‘Destê Kurdên xayîn di teqîna Efrînê de heye’
‘Destê Kurdên xayîn di teqîna Efrînê de heye’
‘Destê Kurdên xayîn di teqîna Efrînê de heye’
Navenda Asayîşê ya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku ewê di demeke nêz de berpirsên êrîşa li dijî Saziya Civaka Sivîl derxînin holê û ji gelê herêmê xwest, ku gava rewşeke gumanbar li ber çavên wan ket, Asayîşê agahdar bikin.
Der barê teqîna li dijî Saziya Civaka Sivîl ya bajarê Efrînê de, ku di encamê de 2 jê zarok ji heman malbatê 4 kesan jiyana xwe ji dest, Navenda Asayîşa Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Navenda Asayîşê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku ewê di demek nêz de berpirsên êrîşa li dijî Saziya Civaka Sivîl derxînin holê û ji gel gelê heremê xwest ku rewşên gumanbar ji Asayîşê re ragihînin.
Navenda Asayîşê di daxuyaniyê de bibîr xist ku wan gelek bûyerên bi vî rengî kifş kirine û got, “Bûyer û êrîşên beriya niha rû dan, hemû hatine kifşkirin û wê encamên lêpirsînan bi belgeyan ji gel re werin eşkerekirin. Li gorî encamên lêpirsînan, êrîşên mijara gotinê bi alîkariya derve û bi destê komên xayîn yên weke Partiya Azadî hatine kirin. Ew êrîşa xayînane ku di 22'ê Tebaxê de li Efrînê rû da, weke êrîşên din, wê di demeke nêz de were zelalkirin û emê encamên wê ji gelê re eşkere bikin.”
Di daxuyaniya Asayîşê de ev xal hatin destnîşankirin:
"Tiştên ku me li jor dan xuyakirin ji bo careke din dûbare nebin divê gelê me bi her awayî hişyar be û tedbîrên parastina xwe bigre.
Êrişa ku li dijî Saziya Civaka Sivîl hatiye kirin di heman demê de li dijî gel hatiye kirin. Di encam de mirovên sivîl di vê êrîşê de jiyana xwe ji dest dane.
Dema ku kes, kom û seyare yên bi guman hatin dîtin, divê tavilê Asayîş were agahdar kirin. Em di rewşeke awarte de ne, ev êrîşên ku pêk tên li dijî gelê Efrînê ye. Divê her tax û kolan di warê ewlekariyê de hişyar be. Weke Asayîşa Efrîn daxwaziya me ji gelê me ew e, ku di nava hevkariyekê de bi hevre kar bikin da ku ev êrişên xayîn û nemerdane em vala derxînin."