Desteya Bilind a Kurd bi Barzanî re rûnişt

Desteya Bilind a Kurd bi Barzanî re rûnişt

 Şandeya Desteya Bilind a Kurd, bi Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Berzanî re hevdîtinek pêk anî. Endama Desteya Bilind a Kurd Îlham Ehmed, diyar kir ku ew di hevdîtinê de li ser rewşa dawî ya ya Sûrıyeyê û Rojavayê Kurdistanê rawestiyane. Ehmed got ku Barzanî beriya serdana xwe ya Rûsyayê xwestiye nêrîna Desteya Bilind bigire û wan jî hem nêrîna xwe aniye ziman, hem jî diyar kiriye ku yekane nûnera Rojava Desteya Bilind e.

Endama Desteya Bilind a Kurd Îlham Ehmed der barê serdana heyeta Desteya Bilind a Herêma Başûrê Kurdistanê de agahî dan ANF'ê. Îlham Ehmed, da zanîn ku hevdîtina li ser daxwaza Mesûd Berzanî pêk hatiye û destnîşan kir ku ew di hevdîtinê de li ser rewşa Suriyê û Rojavayê Kurdistanê rawestiyan e. Ehmed, anî ziman wan di civînê de bal kişandiye ku li Suriyê pirsgirêka Kurd gihiştiye qonaxeke ku tu êdî nikare dikare paşguh bike, çareserkirina vê pirsgirêkê jî wê beşek ji çareseriya pirsgirêka Sûrıyeyê be.

Ehmed diyar kir ku Barzanî ji xwestiye beriya serdana xwe ya Rusyayê nêrîna Desteya Bilind bigire û wiha dom kir: "Me jî hem nêrîna xwe anî ziman hem jî bal kişand ku çi hevdîtinên derbarê gelê Rojavayê Kurdistanê de hebin, divê bi Desteya Bilind a Kurd re bêne pêkanîn. Herkes êdî gihiştiye wê baweriyê ku nûnerê gelê kurd li Rojavayê Kurdistan û Sûryê Destiya Bilind e."

MİJARA SÎNOR

Endama Desteya Bilind a Kurd Îlham Ehmed bal kişand ku ew di hevdîtinê de li ser pirsgirêka deriyê sînor yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de jî rawestiyan e û rêbazên derbasbûna alîkariyên perçeyên din ên  Kurdistanê û rêxistin û saziyên mirovahiyê yên ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê hatine şandin nîqaş kirine. Ehmed, got ku ew li ser vekirina deriyê bazirganiyê û amedekirina pireyekî  di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de jî rawestiyan e. Ehmed, got ku di vê mijarê de komîteyek ji endezyaran hatiye avakirin, vê komîteyê lêkolîn jî kirine û dê di demeke kurt de ev pir bê çêkirin.