Desteya Bilind a Kurd koçberiya ji Rojava qedexe kir
Desteya Bilind a Kurd koçberiya ji Rojava qedexe kir
Desteya Bilind a Kurd koçberiya ji Rojava qedexe kir
Demên dawî ji ber sedemên cûda, pêla koçberiya ji Rojavayê Kurdistanê zêde bû. Demên dawî ji ber sedemên cûda gelek welatî ji Rojavayê Kurdistanê koçberî Bakur û Başûr dibin. Desteya Bilind a Kurd (DBK) bi daxuyaniyekê ev koçberiya ji Rojava qedexe kir.
Ji roja ku raperînên gel li Sûriyeyê dest pê kirin, di encama şerên dijwar de gel neçar dibîne ku koçberê welatên cîran bike. Ev koçberî li Rojavayê Kurdistanê jî dest pê kir û heta niha jî didomeş. Desteya Bilind a Kurd (DBK) derbarê vê koçberiyê de daxuyaniyek û qedexe kir.
Di daxuyaniyê de weha tê gotin:"Ev demeke li herêmên me yên Rojava pêla koçberiya ber bi Başûrê Kurdistanê ve zêde bûye. Her çendî ev pêla koçberiyê di bin navê şer de pêş dikeve jî, lê di pêvajoyeke weha ya dîrokî de erka netewî ya her mirovî ew e ku li cih û warê xwe bimîne û rûmeta xwe biparêze."
Desteya Bilind a Kurd ragihand ku pêşxistina pêla koçberiyê li Rojava planeke siyasî ye û weha dewam kir:
"Pêla koçberiyê ya destpêkê di bin navê şer de pêş ket, demên dawî di çarçoveya planeke siyasî de birêve diçe. Hin hêzên ku bi zanebûn dixwazin herêmên Rojava vala bikin û siyasetên Erebkirinê lê pêş bixin li pey van planan e. Tê zanîn ku ji deverên din yên Sûrî bi deh hezaran kes koçber bûne û vê gavê li herêmên Rojava di nava aramiyê de dijîn. Di rewşeke weha de koçkirina gelê Kurd metirsiyeke mezin e û divê bi her awayî were astengkirin."
Desteya Bilind a Kurd ragihan, ku ji ber vê çendê wan biryar da ku koçkirinê qedexe bikin û weha got:"Ji bo herêmên me neyên valakirin em koçkirinê qedexe dikin. Divê baş were zanîn ku deriyên sînor ne ji bo koçberiyê hatine vekirin. Ev derî tenê ji bo bicihanîna pêdiviyên jiyanî yên gel û her weha ji bo pêşxistina bazirganiyê hatine vekirin. Hêzên ku dixwazin ji rewşa heyî sûdê werbigrin hewl didin van deriyan ji bo koçberiyê bikar bînin. Lewra em careke din dibêjin, ku em ê destûrê nedin koçberiyê."
Desteya Bilind weha dawî li daxuyaniya xwe anî: "Ji 1'ê Nîsanê ve wê hemû çûyînên Başûrê Kurdistanê werin qedexekirin. Kesên ji ber sedemên lezgîn bixwazin derbasî Başûr bibin, divê destûrê ji Navenda Asayîşa bajarê Dêrikê werbigrin. Eger destûr nebe wê ti kes nikaribe derbasî Başûr bibe. Em bang li hemû welatiyên xwe dikin ku li gorî biryarê tevbigerin. Di heman demê de em bang li Hêzên Asayîşê jî dikin da biryara Desteya Bilind li her deverê bicih bînin."