Desteya Bilind: Bi rihê serhildanê tevlî çalakiyên 12’ê Adarê bibin
Desteya Bilind: Bi rihê serhildanê tevlî çalakiyên 12’ê Adarê bibin
Desteya Bilind: Bi rihê serhildanê tevlî çalakiyên 12’ê Adarê bibin
Desteya Bilind a Kurd destnîşan kir ku, komkujiya 12’ê Adarê berdewama polîtîkayên tunekirina gelê Kurd e û di encama lihevhatina bi welatên cîran re hatiye pêkanîn. Desteyê bang li hemû kesî kir ku bi rihê serhildanê tevlî bîranîna qurbaniyên komkujiyê bibin û yekîtiya xwe xurt bikin.
Desteya Bilind a Kurd derbarê 9’emîn salvegera komkujiya 12’ê Adarê ku di sala 2004’an de li Qamişlo ji aliyê rejîma Baas ve li dijî kurdan hatibû pêkanîn daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku, di encama êrîşa hêzên şovenîst ên Baas de gelek ciwanên Kurd jiyana xwe ji dest dane û bal hat kişandin ku, hedefa van êrîşan şikandina îradeya gelê Kurd û berdewamkirina siyaseta “Kembera Erebî” ku bi dehan salan berê hatibû destpêkirina bû. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev êrîş di heman demê de gavek ji bo razîkirina dewletên cîran ên li dijî gelê kurd bû û hate diyarkirin ku li ser vê yekê lihevhatinên bazirganiyê hatibûn çêkirin.
Em wekî Desteya Bilind a Kurd vê komkujî û hemû siyasetên li dijî kurdan şermezardikin û wiha hat domandin: “Serhildana ku li dijî êrîşên hovane yên hêzên ewlekariyê wekî refleksekê destpê kir, mezin bû û li hemû herêmên Rojava belav bû. Di nava demeke kurt de hemû hêzên ewlekariyê ji nava bajarên kurdan hatin derxistin.”
Di daxuyaniyê de qurbaniyên komkujiyê hatin bibîranîn û hate gotin ku Desteya Bilind helwesta gel a li dijî êrîşan silav dike. Di dawiya daxuyaniyê de bang li gel hate kirin ku, bi rihê serhildanê tevlî çalakiyên bîranînê bibin û yekîtiya xwe xurt bikin.